Colemêrg (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê îsal bi beşdariya 16 tîmên govendê pêşbirka govendên herêmî hat lidarxistin.
Di pêşbaziyê de dîmenên rengîn derketin holê.
Colemêrg û navçeyên wê bi cil û bergên xwe û bi govendên xwe yên resen wekî xwezaya xwe ya dewlemend herêmeke rengîn a Kurdan e.
Li Colemêrgê bi beşdariya navçeyan, bi serpereştiya Birêvebiriya Werziş û Ciwanan salane pêşbirka govendê tê lidarxistin.
Îsal jî 16 tîmên govendê di kategoriyên cuda cuda de ji bo pileya yekem rikeberiya hev kir.
“Em dixwazin çanda me zindî bimîne”
Endamê Federasyona Lîstikên Gelerî Sitki Zerek got:
"Îro li Colemêrgê pêşbirka me ya govendan hebû, hem tîmên dibistanan û hem tîmên federasyonê beşdar bûn.
16 tîmên me beşdar bûn. Em dixwazin çanda me ya Colemêrgê zindî bimîne."
Tîmên govendê bi şal û şepik û kofî û lewendiyên xwe ziyafetek ji dîmenên çanda dewlemend a Colemêrgê pêşkêşî mêvanan kir.
Di encamê de jî di beşên xwe de 3 tîmên Şemzînan û Rubarokê, 3 tîmên Colemêrgê û 2 tîmên Geverê bûn yekem.
Rahêner Kemal Gunduz jî got, “Em ji Rubarokê bi tîma xwe re hatine.
Pêşbirka me di heman demê de çalakiyeke çand û hunerê ye jî û ez serkeftinê ji bo hemû tîman dixwazim."
Tîmên ku di pêşbirka parêzgehê de bûne yekem dê di asta herêmê û asta Tirkiyeyê de nûnertiya parêzgeha Colemêrgê bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse