ERDEXAN - Li Gola Çildirê çalakiya patêna qeşayê ya senkronîze

08-03-2025
RÛDAW
Nîşan Erdexan Gola Çildirê Patên
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Werzîşvanên Patêna Qeşayê ya Senkronîze di çarçoveya 8ê Adarê Roja Jinan a cîhanî de, li ser Gola Çildirê ya Erdexanê ku rûberê wê bi temamî qeşa girtiye çalakiya patenê kir.

Çalakiya ku li Tesîsên Civakî ya Şaredariya Çildirê hat lidarxistin,  tevî geştyarên xwemalî û biyanî geştyarên ji parêzgehên derdorê jî eleqe nîşan dan.

Çalakiya ku bi nimayişa govendan dest pê kir, bi pêşbirka gulaşê, patêna xurt û patêna qeşayê ya senkronîze dewam kir.

Di dawiya çalakiyê de werzîşvanên Patêna Qeşayê ya Senkronîze ku li ser Gola Çildirê nimayişa patenê kir, hatin xelatkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst