Hewlêr (Rûdaw) - Prof. Dr. Serdar Karakurtê ku li Fakûlteya Zanistî ya Beşa Biyokîmyayê ya Zanîngeha Selçukê mamoste, li Şinrexê dûpişkekî piçûk û jehirdar ê cureyekî nû dît û navê “Karakurdî” lê kir.
Prof. Dr. Serdar Karakurt di dema lêgerînên li qada Şirnexê de dûpişkek dît û texmîn kir ku ev dûpişk di literatûrê de nîne lewama dest bi xebateke akademîk kir.
Serdar Karakurt dûpişkî piçûk û jehirdar ê ji malbata "Scorpio" bi navê 'Scorpio Karakurdî' xist nav literatûrê û wî diyar kir ku ev dûpişk li Bakurê Kurdistanê tê dîtin û curekî kêm e.
Karakurt da zanîn ku ji bo ku wî dûpişk xistiye nav literatûrê ew gelekî kêfxweş e û got:
"Ji hêla morfolojiyê ve dema li cureyê nû were nêrîn, ji cureyên din biçûktir e.
Di dûpişkan de çi qasî morfolojî biçûk bibe jehra wan jî ew qasî zêde dibe.
Me bi xebatên analîtîk ên ku di laboratuvarê hatine kirin destnîşan kir ku di jehra ku tê hilberîn de gelek madeyên cuda hene."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse