Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê li ser pîsta qeşayê kafeyek hat vekirin.
Mişteriyên diçin kafeyê destpêkê kask û pêlavên qeşayê li xwe dikin û derbasî ser maseyên xwe dibin.
Xizmetguzarî jî li ser pîsta qeşayê tê kirin û mişterî piştî vexwarina ça û qehweya xwe dikarin li ser qeşayê kaşûnê jî bikin.
Rahênerê hokeya qeşayê Şamîl Koç da zanîn ku wî ew proje li Rûsyayê dîtiye biriye bajarê xwe.
Şamîl Koç got, “Li vê derê min dît ku ji bo xelkê me derfeteke wiha nîne.
Keşûhewaya Erziromê jî ji bo vî tiştî guncaw e. Rojekê dema me ça vedixwar, ev qad bi ber çavê me ket.
Me dest pê kir û di hefteyek, hefte û nîvekê de xilas kir. Ev berhema xweşik derket hole.”
Xelkê Erziromê ji xizmeta kafeyê kêfxweş e
Xelkê Erziromê ji vê xizmeta ku cara yekem e li bajarê xwe dibînin gelekî kêfxweş e.
Nişteciha Eziromê Rabia Senem Delîbaşê jî got:
“Mirov dikare xwarinê bixwe, kêfxweş bibe û di heman demê de bi malbata xwe re wextekî xweş derbas bike.
Dema ku qehweya me di destê me de ye, em dikarin kaşûnê jî bikin. Ev tiştekî gelekî xweş e.”
Kafe li ser 200 metre çargoşe qadeke ku bi avê hatiye tijîkirin, hatiye avakirin.
Di kafeyê de ji bilî xizmetên kafeyê rahêneriya hokeya qeşayê jî tê kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse