Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şêxanê ya Dihokê di dawetekê de, zava û bûka ku tevî bi temenê xwe yê mezin ji bo ku biçûk xuya dikin di medyaya civakî de bûn trend.
Mihemed Erkanê 22 salî û Bihara 22 salî ku mirovên hev in, li navçeya Şêxanê ya Dihokê zewicîn.
Bi taybetî Mihemed ku ji aliyê fîzîkî ve ji hevsalên xwe biçûktir xuya dike, bû sedema gelek şirove û nîqaşan.
Bihar û Mihemed demeke dirêj bû ku hestên wan ên hezkirinê li hemberî hev hebûn.
Wan berî du mehan biryar da ku bizewicin.
Mihemed û Biharê daweta xwe li gorî nerîtên bav û kalan kir.
“Ez dê 50 saliya xwe de wekî kesekî 20 salî xuya bikim”
Mihemed li ser şiroveyên jê re hatine kirin wiha got:
“Temenê min ji bo zewacê gelekî baş e. Ez kêfxweş im ku wiha xuya dikim.
Hin kes dema dibin 50 salî porên wan spî dibin, bihêz namînin lê ez dê di wan temenan de wekî kesekî 20 salî xuya bikim.
Ya girîng ne rû an jî fîzîk e, ya girîng hişmendiya we ye. Dibe ku ev zewac lezgîn be lê li gorî sunnetan e û bereket e."
“Mihemed hejayî gelek tiştên mezintir e”
Mamê zavayî yê bi navê Şimal Ebdurehman jî diyar kir ku Mihemed kesekî hezkirî û xwedî kesayeteke bihêz e û got:
"Em kêfxweş in. Mihemed tiştekî şaş nekiriye. Em spasdar in ku gelek kesan kêfxweşiya xwe li beramberî wî nîşan da.
Mihemed kesekî dilnerm û rihsivik e û hêja ye ku zêdetir tişt jê re bên kirin.
Ev tişta me jê re kiriye kêm e. Me dixwest ji vê mezintir bikin.”
Li gorî bijîşkan, derengketina pêşketina fîzîkî ya Mihemed ji ber bêhevsengiyek a hormonan e.
Lê Mihemed dibêje ku wî nehiştiye ev rewş bandorê li jiyana wî bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse