Dusseldorf (Rûdaw) - Du jinên Kurd ên ji Rojavayê Kurdistanê dixwazin li Almanyayê navendeke bedewiyê vekin.
Diyasporaya Kurdî diyasporayeke tijî dînamîkî û xweşik e.
Kesên rojîgir û nimêjkar ên di diyasporayê de karê xwe dikin, kesên ku li ser nebûna wekheviya civakî û aborî di nav civakên diyasporaya Kurdî de lêkolîn dikin karê xwe dikin, kesên ku bûne helbestvanên navdar, ew jî karê xwe dikin, herwiha kesên ku giringiyê didin xweşikbûn û xweşikkirinê jî karê xwe dikin.
Du jinên Kurd ên ku bûne mêvanên bernameya Diyasporayê dixwazin bi rêya xweşikkirin û giringîdayîna xweşikiyê cihê xwe di civaka Almanyayê de bigirin.
Viyan Xelîla 27 salî û Marlîna 23 salî li Almanyayê dijîn û her du jî ji Rojavayê Kurdistanê ne.
Marlîn û Viyanê li studyoya Diyasporayê behsa nasîna hev û karkirina bi hev re kir.
Marlîna pispora bedewkariyê derbarê hevnasîna xwe ya bi Viyanê re got:
“Ez pir kêfxweş im ji vê hevkariyê, ez ji vê çîroka hevaltiya xweş a di navbera min û Viyanê de hez dikim.
Me li ser TikTokê û torên civakî hev nas kir, ji wir me agahî li ser hev bi dest xistin û me dest bi çêkirina vîdeoyan kir.”
Pispora bedewiyê Viyan Xelîlê jî derbarê nasîna xwe û Marlînê got:
“Ez rasterast neçûm cem Marlînê, berê min dest bi karê rojnamevaniyê kiribû. Wekî ku Marlînê behs kir, me bi rêya torên civakî hev nas kir.
Wekî her kes dizane, di destpêkê de zimanê min ê Kurmancî lawaz bû. Dema me hev nas kir, Marlînê vîdeoyeke min ku min bi zimanê Tirkî çêkiribû dît, pir lawaz bû û pê keniya.
Piştî ku me hev nas kir li ser bingeha ziman, çawa bêjim ku lawaz bû. Beriya bernameyê Marlînê got ku tê bîra wê piştî ku me hev nas kir, me li ser bingeha zimên baş bi hev re kar kir.
Berê em bûbûn hevalên hev û niha şiyana min a axaftina bi Kurdî gelekî baştir bûye, ev jî pir xweş e. Em bi vî rengî bûn.”
“Ji bo derfeta kar pêdivî bi zimana heye”
Viyan Xelîlê da zanîn ku du birayên wê yên din ji karê torên civakî pir hez dikirin, li Almanyayê bûn û wiha domand:
“Beriya pênc salan ji bo min pir dijwar bû ku kar bikim. Pir zehmet e ku tu bixwazî derfeta kar bibînî, pêdiviya te bi zimên heye.
Wê demê ji bo min pir dijwar bû. Paşê min dît ku karê wan çiqas xweş e, torên civakî derdora wan dagirtibû. Min bi wan re hevkarî kir û me dest bi karkirinê kir.
Di destpêkê de hin serêşî hebûn, gelek serêşî lê niha pir xweş e.”
Marlînê derbarê xewn û armancên xwe got:
“Bi rastî ez dixwazim navendekê vekim, tê de kar bikim û xwendekar û fêrxwazan hîn bikim û karê xwe berfireh bikim."
Viyanê her wiha amaje bi wê yekê kir ku pir xweş e ku ew bi hevala xwe re kar dike û got:
“Lê ez dixwazim beşa ragihandinê biqedînim û niha em karê reklamê dikin ku karekî pir xweş e û nêzîkî karê ragihandinê ye.
“Meaşê me û yê yekî Alman ji hev cuda ye”
Wê derbarê jiyana li Almanyayê wekî koçber û cudatiya di navbera wan û kesên ku bi eslê xwe Alman in de jî wiha got:
“Bi rastî cudahiyek heye eger tu bi baldarî lê binêrî. Meaşê me wekî koçber ji meaşê Almaniyên ku li vir ji dayik bûne, li vir xwendine û kar kirine cuda ye.
Lê derfet jî gelek in, dewletê gelek derfet danîne ber destê me wekî fêrbûna ziman, beşdarbûna çalakiyên werzişî û civakî.
Derfetên civakî gelek in ji bo ku em beşdar bibin, rêya pêşketinê ji me re heye lê di destpêkê de dijwar e, bi taybetî ji aliyê zimên ve.
Mirov dema baş fêrî ziman bû, hingê derfet baştir dibin û cudahî jî kêmtir dibin.”
“Karê me ji karê Almaniyan baştir e”
Ji aliyê xwe ve li ser heman mijarê Marlînê jî got:
“Em hest dikin ku di hin waran de cudahî heye lê di qada ku em tê de kar dikin de, me tu cudahî nedîtiye.
Karê me ji karê Almaniyan xweştir e, paqijtir û baştir e. Ez serdana navendên Almanan, Ereban û Kurdan dikim û wan didim ber hev, karê me baştir e û ez tu cudahiyan nabînim."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse