Çarenivîsa 2 hezar û 800 jinên Êzidî heta niha jî ne diyar e

18-10-2023
Nîşan Kurdên Êzidî Jin DAIŞ Rizgarkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî Husên Qaîdî diyar kir ku çarenivîsa 2 hezar û 800 jinên Êzidî heta niha jî nayê zanîn.

Husên Qaîdî amaje pê kir ku Îraq di mijara bicihkirina qanûna ji bo jinên Êzidî yên rizgarkirî de xemsariyê dike.

Husên Qaîdî da zanîn ku di ser qebûlkirina vê qanûnê re 2 sal û 7 meh derbas bûne lê hikûmeta Îraqê heta niha jî pêdiviyên vê qanûnê bi cih neanîne.

Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî, girêdayî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye û heta niha gelek jinên Êzidî ji aliyê vê ofîsê ve hatine rizgarkirin.

Berpirsê Ofîsê Husên Qaîdî têkildarî qanûna ku ji bo jinên Êzidî hatibû derxistin ji Rûdawê re axivî.

Husên Qaîdî eşkere kir ku 2 sal û 7 meh di ser derketina qanûnê re derbas bûnê lê ji wê demê ve tenê 500-550 jinên Êzidî hatine rizgarkirin.

“Xebat gelekî lawaz in”

Husên diyar kir ku xebatên rizgarkirina jinên Êzidî gelekî lawaz in û pêwîst e ev xebat bi awayekî bilêztir bên kirin.

Berpirsê Ofîsê Husên Qaîdî têkildarî jinên ku hatine revandin ev agahî dan:

“Bi giştî 6 hezar û 417 jinên Êzidî hatin revandin, ji van 3 hezar û 575 jin hatin rizgarkirin û 2 hezar û 842 jin jî winda ne.

Ji bo rizgarkirina jinên winda xebatên me berdewam dikîn. Her carê herî kêm jinek tê rizgarkirin.”

Yasaya têkildarî jinên Êzidî yên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, 1ê Adara 2021ê  li Parlamentoya Îraqê hatibû erêkirin.

Xalên vê qanûnê bi vî awayî ne:

1 – Divê jinên ku hatine rizgarkirin qerebûya madî û manewî wergirin.

2 – Divê karên rehabîlîtasyon û lênêrîna wan bên kirin.

3 – Divê ji wan jinan re jiyaneke baş were avakirin.

4 – Divê jêrxaneya cihên ku jinên rizgarkirî li wan dijîn were nûjenkirin û çakkirin.

5 – Ji bo ku ew jin entegreyî civakê bibi divê mekanîzmayên pêwîst werin amadekirin.

DAIŞê 10ê Hezîrana 2014an, Mûsila paytexta parêzgeha Mûsilê dagir kir.

DAIŞ piştî vê dagirkirinê 3yê Tebaxa 2014an ket Şingalê û Kurdên Êzidî qetil kirin.

Di encama êrişan de, zêdetirî 325 hezar Kurdên Êzidî koçberî Herêma Kurdistanê bûn.

Herwiha bi qasî 100 hezar Êzidî jî derketin ji derveyî welêt.

Bi hezaran Kurdên Êzidî hatin qetilkirin, zêdetirî 6 hezar jin, zarok û zilamên Êzidî hatin revandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst