Li ser Jîna Emîniyê nûçe çêkiribûn: Îranê ceza da her du jinan

22-10-2023
Nîşan Îran Rojnameger Jin Jîna Emînî Ceza Girtîgeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îranê cezayê girtigehê da du jinên rojmaneger ên ku li ser “mirin û definkirina” Jîna Emîniyê nûçe çêkiribûn.

Li rojnameger Nîlufer Hamîdiyê 13 sal, li rojnameger Îlahe Mihemediyê jî 12 sal cezayê girtîgehê hat birîn.

Dadgeha Şoreşê ya 15emîn a Tehranê bi hincetên wekî “hevkariya bi Amerîkayê re” 7 sal, “rabûna li ber hêzên ewlehiyê” 5 sal, “rabûna li ber hikûmetê” jî salek, bi tevahî 13 sal ceza li Nîlufer Hamîdiyê birî.

Heman dadgehê bi heman hincetan 12 sal cezayê girtigehê jî li Îlahe Mihemediyê birî.

Dadgehê ji bilî cezayê girtigehê cezayên wekî “endamtiya partiyên siyasî, tevlîbûna xizmetên civakî û bikaranîna torên civakî” jî dan her du rojnamegeran.

Nîlufer Hamîdiyê pêvajoya Jîna Emîniyê ya li nexweşxaneyê kiribû nûçe.

Hêzên ewlehiyê yên Îranê 27ê Îlona 2022yan Nîlufer Hamîdî desteser kiribû.

Dadgeha Îranê her du jinên rojnameger bi “sîxuriya Amerîkayê” tohmetbar dikin.

Rojnameyên Şerq û Mîhanê yên ku her du jin xebatkarên wan in, van angaştan red dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst