Amed (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê kesekî xaniyek serserkî ava kiriye.
Li wî xaniyî yan jî li wê malê hemû alav û amûrên nava malê ku divê li erdê bin, li qarçikan ango li ban hatine bicihkirin.
Her tişt li wî xaniyî serserkî ne. Kesên ku serdana wê malê dikin, matmayî dimînin.
Xwediyê wî xaniyê serserkî Mustafa Demîr e û wî cara yekemîn xaniyê serserkî li bajarê Kocaeliyê dîtiye.
Dema çavê wî bi xaniyekî wiha ketiye, yekser biryar daye li Amedê jî xaniyekî wiha çêke û bala mirovan bikişîne.
“Li Kocaeliyê heye çima li Amedê jî nebe”
Xwediyê Xaniyê Serserkî Mustefa Demîr ji Rûdawê re got:
“Ez carekî çûm Kocaeliyê. Ez li wir geriyam, min piyase kir.
Dema çavê min li Xaniyê Serserkî ket, min jê hez kir. Min ji xwe re got çima li bajarê me jî xaniyekî wiha tune ye?
Min bi vî xaniyî xwest bala xelkê bikişînim. Min got li Kocaeliyê heye bila li Amedê jî hebe.
Çimkî kesên ku xaniyek wiha qet nedîtine hene. Min xwest ew kes jî Xaniyê Serserkî bibînin.
Min got bila xelkê me jî bê li vir wêneyên xwe bigrin, bûk û zava bila bên li vir wêne bigrin. Min xwest tiştekî baş ji bo bajarê xwe bikim.”
Xanî li navçeya dîrokî ya Sûrê, li Taxa Elî Paşayê ye.
Hem Amedî û hem jî kesên li bajar û navçeyên derdorê dijîn wê malê ziyaret dikin.
Di jiyana mirovan de bîranîneke nemir dihêle
Ew bi girtina wêneyên serserkî, di jiyana xwe de bîranîneke nemir dihêlin.
Nişteciha Amedê Berîn Karagozê got:
“Ez dema ketimê min mêze kir erdekî zilût û tiştekî tune ye. Gava ku min serê xwe rakir, min mêze kir her tişt li qarçikan e.
Ez gêz bûm, dewxa min çû. Min got ev çi ye, çima wisa çêkirine?
Niha pir kêfa min tê ku tiştekî wisa çêkirine. Li bajarên xelkê hebûn, li vir tunebû.
Min jî got çima gelê me jê kêm dimîne. Bila yên me jî zanibin ku tiştekî wiha heye. Ji ber vê yekê em pir kêfxweş in.”
Kesekî bi navê Muhamed Aygur jî got, “Ez hatim vê derê pir xweş bû.
Hemû tişt ters e. Ez hatim li vir fotograf bigirim. Gelekî xweş e.”
Li wê malê yan jî li wî xaniyê serserkî girtina wêneyan bi 200 lîreyan e ango nêzîkî 6 dolaran e.
Ji bo xwendekaran 150 lîre ye û ji bo zarokên ku temenê wan di bin 11 salî de ne bê pere ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse