Jinên Dêrsimî di hemû qadên jiyanê de çalak in

18-10-2023
Ali Haydar Gozlu
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Dêrsim Jin Karkirina Jinan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê jin bêyî cudakariya zayendî di hemû qadan de kar dikin

Parêzgeha Dêrsimê ku piraniya nişteciyên wê Kurdên Elewî ne dewlemendiya xwe ya çandî di her warê jiyanê de diparêze.

Yek ji wan mijaran jî sekna jinê ya di nav civakê de ye.

Li vî bajarî jin di hemû qadên karkirinê de çalak in û xelkê Dêrsimê jî rêzê li keda jinan digrin û lê xwedî derdikevin.

Hinek kar wekî karên mêran tên dîtin, wekî karkirina di çayxaneyê de.

Lê jinên Dêrsimê ev feraset şikandine.

Dilan Argin yek ji wan jina ye ku di çayxaneyê de kar dike.

Esnaf Dîlan Argin got “Dema min nû dest bi kar kir ji mirovan re xerîb dihat.

Jinek di nava hevqas mêr de dê çawa kar bike? Bi baldarî li min dinêrîn.

Lê bi demê re ev yek şikest. Niha dema ez nebim mişterî pirs dikin ka li kuye? Çima nîne?

Ev yek bi hesanî çênebû, bi hewldan û kedê çêbû.”

“Li Dêrsimê her kes azad e”

Xelkê Dêrsimê ji karkirina vê jinê gelekî razî ne û dibêjin ‘ev der Dêrsim e û li vir jin azad in.’

Welatî Xidir Yalçin got, “Ev der Dêrsim e. Li Dêrsimê her kes azad e.

Her kes rêzê li hev digre. Çiqas başe ji xwe re kar dike, ew jî keça me ye.

Li vir kar dike û di derbara jiyanê de alîkariya xwişk û birayên xwe dike.”

Welatî Mehmet Çelik wiha anî ziman, “Li vir jinek kar dike û nan dibe mala xwe.

Xwezî her kesê wek wê kar kiriba, li cihên wiha wek qehwexane û çayxaneyan de kar kiriban.”

Ji ber rewşa siyasî û aborî çendîn sal in xelkê vî bajarî koç dikin û warê xwe bi cî dihêlin, ev jî dibe sedem ku di qadên kar de valahî çêbibe.

Lê jin bi rengê xwe vê valahiyê tijî dikin û piştgiriyeke mezin didin bihêzkirina aboriya parêzgehê.

Li Dêrsimê 10 jin di çayxaneyan de kar dikin û Esma Ataş jî yek ji wan e.

“Jin bixwaze dikare di her karî de serkeftî be”

Esnaf Esma Ataş ragihand, “Dema li cihên din dileyîzin di nav xwe de dijûnan didin û şer dikin.

Lê dema yên vir dibînin li vir jinek heye hişyartir in. Uslub û helwestên wan tên guhertin.

Jin divê kar bikin û li ser lingê xwe rawestin û muhtacî mêran nebin. Jin bixwaze dikare di her karî de serkeftî be.”

Xelkê Dêrsimê dibêjin, ew şanaziyê bi van jinan dikin.

Welatî Baki Gok diyar kir ku divê mêr rêzê karkirina jinan bigirin û wiha pê de çû:

“Li vê qehwexaneyê jin bo bidestxistina pereyê nan kar dikin. Mêr jî divê dijûnan nedin û rêzdar bin.”

Welatî Turkan Tugayê diyar kir, “Ez vê jinê pîroz dikim karekî gelek baş dike.

Jinên me bihêzin. Mêr rûniştine bi kaxeza dileyîzin û jin kar dikin. Xwidê hinek din hêzê bidîyê.”

Li parêzgeha Dêrsimê zêdeyî hezar esnaf hene, ji wê hejmarê 227 esnafên jin in. Di çendîn beşên cuda de kar dikin.

Hinek jî dibêjin cihê jinê di nav çanda wan de gelekî giranbiha ye.

“Jin di çand û civaka me de xwedî cihekî girîng in”

Serokê Yekîtiya Odeya Esnafên Dêrsimê Hidir Belice got:

“Jin di nav civaka me de, li ser sifreya me, li cihên kar, di çanda me de û di malbatên me de xwedî cihekî girîng in.

Ev çavkaniya xwe ji çand û baweriya me digre. Bi salane bi vî awayî ye û dê ji vir û şûnde jî wiha be.

Ji ber li ba me ferqa zayendî nîne û jinên esnaf dikarin di her karî de kar bikin.”

Kesê ku serdana Dêrsima Bakurê Kurdistanê bike, hest bi girîngiya jinê ya di nav jiyanê û bazirganiyê de dike.

Her diçe hejmara jinên ku kar dikin jî zêdetir dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst