Galeriya wêneyan

25-02-2025
20 Photos
Abdulselam Akinci

Navenda Kaşûnê ya Çiyayê Qerejdaxê bi barîna berfê re şên bûye û bi hezaran geştyran berêxwe da wê navendê.

Li Navenda Kaşûnê ya Çiyayê Qerejdaxê werza kaşûnê dest pê kir.

Ji parêzgehên wekî Mêrdîn, Amed, Êlih û Rihayê yên Bakurê Kurdistanê bi hezaran geştyar diçin kaşûnê govendê digerînin û şahiyê dikin.

Qerejdax havînan ji koçeran re zozan e, zivistanan jî bi barîna berfê re xemlek spî li bejna xwe datîne û dibe navendeke balkêş a kaşûnê.

Berfa ewil a salê beriya deh rojan bariya û pîsta kaşûnê bi 60 santîmetreyan mazûvaniya geştyaran dike.

Li gorî agahiyên Birêvebiriya Kaşûnê ya Qerejdaxê, di nav deh rojan de 40 hezar kesî ew navend ziyaret kiriye.

Geştyarên ku zêdetir ji bajarên Bakurê Kurdistanê ne li navenda kaşûnê seyranê dikin, govendê digerînin, xwe dişimitînin û demên xweş derbas dikin.

Qerejdax di navbera Amed, Mêrdîn û Rihayê de çiyayekî volkanîk ê vemirî ye. Çandeke taybet a wê heremê heye.

Foto: Abdulselam Akinci / Rûdaw