Li Mêrdîn û Semsûrê qeza: 14 kes birîndar bûn

30-06-2024
RÛDAW
Nîşan Semsûr Mêrdîn Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Mêrdîn û Semsûrê yên Bakurê Kurdistanê di du bûyerên trafîkê de 14 kes birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan, şeva borî li ser rêya sereke ya Semsûrê û navçeya wê ya Kolikê 2 otomobîl li hev qelibîn.

Di encama wê qezayê de 8 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîman birîndar birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê.

Li Mêrdînê 6 kes birîndar bûn

Li aliyê din, doh li navçeya Şemrexê jî barhilgirek û otomobîlek li hev qelibîn.

Di wê bûyerê de jî 6 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.

Hat ragihandin ku du birîndaran îro canê xwe ji dest daye. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst