Li Mêrdînê qeza: 6 kes birîndar bûn

12-02-2024
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê du otomobîlan li hev qelibîn û di encamê de 6 kes birîndar bûn.

Li ser rêya Mêrdîn-Şirnexê li nêzîk gundê Qesraserçiqanê, îro du otomobîlan li hev qelibîn.

Di encama bûyerê de Mehmet Mahsum A.yê 53 salî, Şerife A.ya 52 salî, Oznur A.ya 23 salî, Ahmet A.yê 2 salî, Bedirhan K.yê 40 salî û Serdar D. yê 19 salî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, parastina sivîlan û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar ji veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst