Li Mêrdîn û Semsûrê qeza: 3 mirî û 4 birîndar

07-04-2024
RÛDAW
Nîşan Semsûr Mêrdîn Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Mêrdîn û Semsûrê di du qezayên cuda de 3 kesan canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Nisêbînê li ser rêya Mêrdîn-Şirnexê li nêzîkî tesîsa Aydinlarê otomobîlek û barhilgirek li hev qelibîn.

Di qezaya ku navê şofêran hîn jî nehatiye tesbîtkirin de M.E.A. (42), H.A. (29), B.A. (32), A.B.A (6) û Ş.B.A. (3) birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê ambulans, polîs û îtfaiye çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansê veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Ji birîndaran Ş.B.A li gel hemê midaxaleyan mir.

Tîmên tenduristiyê A.B.A jî piştî midaxaleya ewil veguhast Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.

Li Semsûrê 2 kes mirin

Li Parêzgeha Semsûrê otomobîlek û barhilgirek li hev qelibîn.

Li ser rêya di navbera Semsûrê û naçveya Kolikê barhilgira ku G.G. diajot û otomobîlek li hev qelibîn.

Di encamê de Firat Yilmazê 19 salî û Furkan Geyîkê 23ê salî yên di otomobîlê de bi giranî birîndar bûn.

Li ser agahdakirinê tîmên tendirustiyê  çûn cihê bûyerê.

Tîman her du birîndar veguhastin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê.

Lê tevî hemû hewldanên bijîşkî Yilmaz û Geyîk li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst