Omer Ocalan: Eger niyeta çareseriyê hebe divê tecrîda li ser Ocalan were rakirin

13-02-2024
RÛDAW
Parlementerê DEM Partiyê Omer Ocalan ji Rûdawê re axivî
Parlementerê DEM Partiyê Omer Ocalan ji Rûdawê re axivî
Nîşan Omer Ocalan Abdullah Ocalan Tecrîd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlementerê DEM Partiyê Omer Ocalan ragihand ku divê “tecrîda” li ser Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan were rakirin.

Ev nêzîkî 10 rojan e ku çend parlementerên DEM Partiyê û alîgir û rêveberên wê, ji bajarê Qersê dest bi meşekê kiriye û biryar e heta Rihayê biçin.

Dirûşma wê meşê jî rakirina tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan e.

Lê girseya DEM Partiyê îro li Amedê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.

Piştî derbasbûna demeke dirêj, meş di bin dorpêça tûnd a polîsan de dîsa hat kirin.

Parlementerê DEM Partiyê Omer Ocalan ji Rûdawê re ragihand ku eger niyeta hikûmeta Tirkiyeyê ya çareseriyê hebe, divê destpêkê tecrîda li ser Ocalan rake.

Bi gotina Omer Ocalan eger “tecrîd bê rakirin, dê wekî pêngavekê ji bo çareseriyê bê dîtin.”

Omer Ocalan ji Rûdawê re got:

“Li vî welatî pirsgirêka azadiyê heye, em dixwazin welat û gelê me azad be lê tecrîd li ser birêz Ocalan heye.

Ji bo tecrîd were şikandin û pêvajoyeke nû dest pê bike em dimeşin. Bê guman em azadiya fizîkî ya Ocalan jî dixwazin.

Meşa me demokratîk e û em mafên xwe dixwazin.

Eger niyate hikûmetê ya demokrasiyê hebe îhtimal heye tecrîd jî rabe. Hêvî heye û em ji bo vê dimeşin.

Eger tecrîd rabe dê qonaxek û pêvajoyeke din a pirsa Kurd dest pê bike, edî dê diyalog dest pê bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst