Omer Ocalan çû Îmraliyê

2 demjimêr berê
Nîşan Omer Ocalan Îmrali Şandeya Îmraliyê Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan ragihand ku ew doh çûye Îmraliyê.

Ji 3yê Adara 2020î ve bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtin nedihatin kirin.

“Mafekî rûtîn e”

Omer Ocalanê biraziyê Abdullah Ocalan bi rêya hesabê xwe yê Xê da zanîn ku ew doh çûye Îmraliyê û got:

“Hevdîtina herî dawî ya rûbirû ya bi Birêz Ocalan re 3yê Adara 2020î bû.

Me piştî çend salan 23yê Çiriya Pêşîn a 2024an bi Birêz Ocalan re hevdîtinek kir.

Hevdîtina malbatê mafekî rûtîn e û şert çi dibin bila bibin divê berdewam bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst