ÎDIA - Omer Ocalan dê biçe Îmraliyê

23 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Omer Ocalan Abdullah Ocalan Girava Îmraliyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hat îdiakirin ku Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê û biraziyê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan, Omer Ocalan dê biçe girava Îmraliyê.

Rojnameger Hande Firatê ragihand ku ji bo destûr hatiye dayîn ku Omer Ocalan biçe girava Îmraliyê.

Rojnameger Hande Firatê da zanîn:

“Heta niha daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn lê agahiyên ku hatine bidestxistin destûr hatiye dayîn ku ziyaret were kirin.”

Nivîskara rojnameya Hurriyetê Hande Firata ku bi nêzîkbûna xwe ya bi hikûmetê re tê naskirin, diyar kir ku agahî hene ku Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê û biraziyê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan, Omer Ocalan dê biçe cem apê xwe.

Firatê di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da diyar kir, tê payîn ku di demeke nêzîk da ziyaret were kirin û anî ziman:

“Serlêdana ji bo çûyîna Îmraliyê demek berê ji aliyê biraziyê wî Omer Ocalan ve hatibû kirin.

Hîn daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn lê agahiyên ku hatine bidestxistin destûr hatiye dayîn ku ziyaret were kirin.

Tê payîn ku di demeke nêzîk de ziyaret bike.”

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî îro di civîna komcivîna partiya xwe de got ku bila Ocalan li Parlamentoya Tirkiyeyê di komcivîna DEM Partiyê de biaxive.

Nîqaşên li ser “pêvajoya nû ya çareseriyê” piştî ku Devlet Bahçelî bangî Ocalan kir germtir bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst