Rêveberiya Xweser: Tirkiyê zêdeyî 40 caran ava Ellok li ser Hesekê qut kiriye

03-07-2023
Loloxan
Nîşan Rojava Santrala Ellok Serê Kaniyê Rêveberiya Xweser Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Giştî ya Avê li bajarê Hesekê ya ser bi Rêveberiya Xweser ve ragihand ku heta niha Tirkiyê zêdeyî 40 caran ava Santrala Ellok a li navçeya Serê Kaniyê li ser zêdeyî 1 milyon welatiyên Hesekê û derdora wê qut kiriye.

Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Avê li bajarê Hesekê ya ser bi Rêveberiya Xweser ve Îsa Yûnis ragihand ku ji payîza 2019an û heta niha ji dema Trikiyê bajarê Serê Kaniyê dagîr kiriye, Tirkiyê zêdeyî 40 caran ava Santrala Ellok li ser bajarê Hesekê û derdora wê qut kiriye.

Îsa Yûnis da xuyakirin ku ji ber qutbûna avê zêdeyî yek milyon welatiyên Hesekê û derdora wê di rewşeke gelek zehmet de dijîn.

Wî berpirsê Rêveberiya Xweser diyar kir, tenê di cara dawî de qutkirina ava Santrala Ellok li ser Hesekê nêzîkî 8 mehan berdewam kir.

Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Avê li bajarê Hesekê da zanîn, tevî ku wan ji 18ê Nîsana îsal ve elektrîk daye Santrala Ellok daku avê bişînin Hesekê, lê av bi awayekî gelekî kêm hatiye berdan.

Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Avê ya Hesekê got: “Depoya avê ya Santrala Himme li başûrê Hesekê 30 hezar lître sêca avê li xwe digire ku tenê pêwîstiya wê bi 10 demjimêran heye heta tejî bibe, lê dema serpereştyarên Santrala Ellok avê dişînin, 4 rojan dikişîne heta ku depoya Santrala Himme tejî dibe, bi vî awayî bandoreke zêde xirab li nişteciyan dibe, lewra em neçar bûn elektrîkê li ser Santrala Ellok qut bikin.”

Di salên dawî de UNICEFê çend caran navbênkarî di navbera Rêveberiya Xweser û Tirkiyê de kiribû û di encam de her du alî gehiştibûn çend hevtêgehiştinan, daku ava Santrala Ellok bigihe Hesekê, lê Rêveberiya Xweser dibêje ku Tirkiye pêbendî wan hevtêgehiştinan nebûye.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst