Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bergiryê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlê li dîreka tabelayê xist, 3 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Li ser rêya Bergirî-Wanê otomobîla ku navê ajokarê wê nehat zanîn dema xwest ku ji wesayîta li pêş xwe derbas bike li dîreka tabelayê xist.
Li ser agahdarkirinê tîmên tendurîstî, cendirme, îtfaiye û polîs çûn cihê qezayê.
Di qezayê da 5 kesên di otomobîlê de birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê her 5 birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bergiriyê.
Ji birîndarên ku rakirine nexweşxaneyê 3 mirin.
Rê ji trafîkê re hat girtin û piştî ku otomobîl hat rakirin dîsa hat vekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse