Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî cejna Paskalyayê li Xirîstiyan pîroz kir û got, “Herêma Kurdistanê dê wekî welatekî pirrengî yê bihevrejiyanê bimîne.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya Cejna Paskalyayê peyama pîrozbahiyê belav kir û ew cejin li Xrîstiyanên li Îraq, Kurdistan û tevahiya cîhanê pîroz kir.
Nêçîrvan Barzanî got, "Hatina cejna Paskalyayê bi germî û ji dil li hemû welatiyên me yên Xirîstiyan ên li Îraq û Herêma Kurdistanê û her wiha li tevahiya Xirîstiyanên li cîhanê pîroz dikim.
Hêvî dikin cejn xêr û xweşî û aştî û aramiyê ji bo tevahiya mirovahiyê bi xwe re bîne."
Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê dê wekî welatekî pirrengî yê bihevrejiyanê bimîne û got:
“Di vê cejna pîroz de, em hemûyan piştrast dikin ku Herêma Kurdistanê wekî her carê wekî welatekî pirrengî ya pêkhateyan dimîne û berdewam dibe li ser xurtkirina nirxên bihevrejiynê, lêborînê û rêzgirtinê li hemû bîr û bawerî û nasnameyan."
Serokê Herêma Kurdistanê her wiha got, “Divê em hemû vê cejnê bikin derfetek ji bo nûkirina peymana yekrêzî û tebayiyê û bi giyanê berpirsyariya hevbeş kar bikin ji bo xizmet û avedanî û pêşketina welatê xwe."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse