Rewangeha Mafên Mirovan: Tirkiyeyê jinek û ciwanek birîndar kirin

08-08-2023
RÛDAW
Nîşan Serê Kaniyê Til Helefê Tirkiye Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Til Helefê yê bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, cendirmeyên Tirkiyeyê jinek û ciwanek gulebaran kirin, her du birîndar bûn.

Li gorî Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan, sibeha îro li sînorê bajarokê Til Helefê yê bajarê Serê Kaniyê dema jinekê û ciwanekî dixwest bi qaçaxî derbasî aliyê Tirkiyeyê bibin, cendirmeyên Tirkiyeyê gule li wan reşandine.

Di encamê de ew jin û ciwan birîndar bûne û piştre ew birine nexweşxaneyê.

Nasnameya kesên birîndar heta niha eşkere nebûye.

Li gorî heman çavkaniyê, ji destpêka 2023an û heta niha, 16 sivîlên Sûriyeyî dema wan xwestiye derbasî aliyê Tirkiyeyê bibin, ji aliyê cendirmeyên Tirkiyeyê ve hatine kuştin û herwiha 26 sivîlên din jî birîndar bûne.

Dagirkirina Serê Kaniyê

Bajarê Serê Kaniyê sala 2019an di encama êrişa artêşa Tirkiyeyê de ku navê "Operasyona Kaniya Aştiyê" lê hatibû kirin, ji kontrola hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê derketiye.

Her di çarçoveya heman êrişê de bajarê Girê Spiyê jî ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve hatiye dagirkirin.

Ji wê roja ku Serê Kaniyê ketiye bin kontrola artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyeyê û heta niha, binpêkirinên li hemberî welatiyên Kurd ên li wê herêmê berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst