Operasyona li Holê didome: 16 DAIŞî hatin girtin

19-04-2025
RÛDAW
Kampa Holê / Wêne: AFP
Kampa Holê / Wêne: AFP
Nîşan Kampa Holê Operasyon DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Operasyona ewlehiyê ya li Kampa Holê ya Hisîşayê di roja duyemîn de berdewam dike û heta niha 16 çekdarên DAIŞê hatin girtin.

Hêzên Ewlhiya Navxwe ya Rojavayê Kurdistanê doh li Kampa Holê ya Hisîçayê ji bo rûbirûbûna şaneyên razayî yên DAIŞê operasyonek da destpêkirin.

Operasyon ku bi piştevaniya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriyeya Demoktaîk (HSD) tê kirin, ji bo paqijkirina Kampa Holê û derdora wê ji şaneyên DAIŞê ye.

Operasyon  li beşên jinên DAIŞî û penaberên ji Îraqê berdewam dike.

Divê re gotin ku ev demek e şaneyên razayî yên DAIŞê di nav kampê de dest bi liv û tevgerê kirine.

Li gorî daxuyaniya Rêvebiriya Xweser di van demên dawî de, li kampê hewldanên dubare yên şaneyên DAIŞê ji bo revandina malbatan çêbûn û bi dehan rewşên gef û lêdanan li dijî şêniyên kampê hatin dîtin.

DAIŞî hewl didin birevin

Li gorî Asayîşa Rêveberiya Xweser, şaneyên razayî yên DAIŞê ji hundir û derveyî kampê hewl didin aloziyan derxînin, çekan dişînin nav kampê û alîkariya xelkê dikin da ku ji kampê birevin.

Di operasyonê de hinek DAIŞî hatin desteserkirin.

Her wiha hêzên asayîşê dest danîn ser hinek çek û amûrên pêwendiyê.

“Me Kampa Holê dorpêç kir”

Endamê Rêveberiya Giştî ya Hêzên Asayîşa Navxweyî Mehmûd Husên got:

“Serê sibeha îro, me Kampa Holê dorpêç kir, bi taybetî beşê Elfayiz ku cihê jinên DAIŞê ye.

Armanca vê operasyonê şopandina şaneyên razayî yên DAIŞê bû ku di nav û derdora kampê de ne.”

Li Kampa Holê ku 45 km li rojhilatê bajarê Hisîçayê, zêdeyî 40 hezar kesan hene û piraniya wan jin û zarok in û malbatên çekdarên berê yên rêxistina DAIŞê ne.

Nêzîkî 16 hezar ji niştecihên kampê Sûriyeyî ne, nêzîkî 15 hezar jî Îraqî ne û yên din jî xelkê welatên din in.

Li kampa Holê ku 45 km li rojhilatê bajarê Hisîçayê ye, 35 hezar û 323 kes hene, ji wan 13 hezar û 124 kes penaberên iraqî ne, 15 hezar û 805 koçberên sûriyeyî ne, 6 hezar û 385 jin û zarokên DAIŞ’iyan in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst