Dêrsim (Rûdaw) - Geliyê Taxarê yê li navçeya Çemîzgezekê ya parêzgeha Dêrsîmê ya Bakurê Kurdistanê bûye navenda geştyariyê.
Salên dawî ji bo geştyariyê gelek gav hatin avêtin û Geliyê Taxarê bûye navendeke geştyariyê.
Salane bi hezaran kes şikeftan ziyaret dikin ku wekî Şikeftên Urartuyan têne binavkirin.
“Keriyên karxezalan tên van deran”
Nişteciha Çemizgezekê Nazlican Aydinê got, “Bi saya pira daleqandî û dirinceyên ku hatine çêkirin, êdî gihîştina şikeftan hêsantir bûye.
Li şûna ku em tenê ji dûr ve temaşe bikin, niha hem gelê herêmê, hem jî biyanî dikarin biçin şikeftan û bi dîrokê re bibin yek.
Her wiha, keriyên karxezalan jî tên van deran. Bi saya vê yekê, em bêhtir nêzîkî keriyên karxezalan bûne."
Ew şikeft wekî cihekî niştecihbûnê hatine bikaranîn û li gel 25 odeyan, hol û odeya qral jî di nav de heye.
“Kesên tên demeke xweş derbas dikin”
Niştecihê navçeyê Mehmet Cem Ozgul got:
“Di encama xebatên li qadê, eleqeya ji bo herêmê zêde bû û gelek geştyarên xwecihî û biyanî tên serdana vê derê.
Bikaranîna vê derê bi vî awayî ji bo gelê herêmê, ji bo me û esnafên me erênî bû.
Kesên ji derve tên bi dîtina dîrok û xwezaya vê derê demeke xweş derbas dikin.”
Dêrsim bi Geliyê Munzurê, bi xwezaya xwe ya bedew, bi jiyana ajeldarên kovî bala geştyaran dikşîne.
Salane bi deh hezaran geştyar ji bo dîtina xwezaya wê, Dêrsîmê ziyaret dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse