Hewlêr (Rûdaw) - Li Êliha Bakurê Kurdistanê 2 barhilgir li hevdû qelibîn di encama qezayê de kesek mir û kesek jî birîndar bû.
Qeza di demjimêrên nîvro de li nêzîkî gundê Samanyolê yê li ser rêya Êlih-Hezoyê qewimî.
Hat zanîn ku ji ber xebatên duriskirina rê cade bûbû yekserî û di vê rêyê de barhilgira bi plakaya 02 AJ 577 û barhilgira bi plakaya 28 AA 487 li hev qelibîn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, cendirme û tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.
Di kontrolên de hat dîtin ku şofêrê Îranî yê bi navê Aber Niazi miriye.
Şofêrê din ê ku di kamyonê de asê mabû, ji aliyê tîmên agirvemirandinê ve hat derxistin û radestî tîmên tenduristiyê hat kirin.
Cenazeyê Aber Niazi sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê hat kirin.
Li ser qezayê lêpirsîn hat destpêkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse