Li Minbicê teqîn: Di teqînê de 3 endamên HSDê canê xwe ji dest dan

09-07-2023
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan Rojava Minbic Teqîn HSD Rêveberiya Xweser Encûmena Leşkerî ya Minbicê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Minbicê yê di bin kontrola Rêveberiya Xweser de, îro 9ê Tîrmehê teqînek çêbû û di encamê de serkirdeyek û 2 endamên Encûmena Leşkerî ya Minbicê canê xwe ji dest dan.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, teqîn li ser riya Helebê û li rojavayê bajarê Minbicê çêbûye û otomobîlek teqiyaye

Medyaya nêzîkî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî dibêje, çek û teqemenî di otombêlê de hebûne û ew çek di otomobîlê de teqiyane.

Asayişa Minbicê ya ser bi Rêveberiya Xweser ve têkildarî bûyera teqînê dest bi lêkolînê kiriye, lê hîn ti daxuyanî li ser wê teqînê û 3 kesên ku têde canê xwe ji dest dane, nedaye.

Derbarê teqînê de hêj ti daxuyaniyeke fermî ji aliyê HSDê ve jî nehatiye dan.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, ew 3 kes ser bi Encûmena Leşkerî ya Minbicê ve ne, ku yek ji wan ê bi navê Heysem bavê Hatim serkirdeyê Encûmena Leşkerî ya Minbicê û herdu kesên din jî endamên wê encûmena leşkerî ne û navêyekî Salih û yê din jî Zolfan e.  

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst