Tirkiyeyê 80 koçberên din dersînorî Serê Kaniyê kirin

29-07-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Penaberên Sûriyeyî Dersînorkirin Serê Kaniyê Girê Spî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyeyê 80 koçberên Sûriyeyî dersînorî bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê kirin.

Li gorî medyaya nêzîkî opozisyona Sûriyeyê, hêzên ewlekariyê yê Tirkiyeyê duh 80 koçberên Sûriyeyî, dersînorî bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê kirin.

Di van demên dawiyê de, dersînorkirina koçberên Sûriyeyî ji Tirkiyeyê ya bo bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî zêde bûye.

Roja duşema borî jî, Tirkiyeyê 90 kes dersînorî wan her du bajaran kiribû.

Beriya niha Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlikaya gotibû, ew dê koçberên ku nasnameya wan nîne vegerînin welatên wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst