Tirkiyê 7 malbat dersînor kirin û şandin Serê Kaniyê

07-07-2023
Loloxan
Nîşan Tirkiye Serê Kaniyê Dersînorkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Trikiyê 7 malbatên koçber bi rêya deriyê sînor ê bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê dersînor kirin û vegerandin nav axa Sûriyê. Li gor agahiyan, di nav wan de malbateke Iraqî jî heye.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, roja 6ê Temûza 2023an Trikiyê heft malbatên koçber ku piraniya wan zarok û jin in bi rêya deriyê sînor ê bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê dersînor kirine û ew vegerandine nav axa Sûriyê.

Piştre grûpa Polîsên Serbazî ya ser bi Trikiyê ve li Serê Kaniyê ew kesên dersînorkirî desteser kirine û dest bi lêkolînê bi wan re kirine.

Li gor zanyariyan, di nav wan malbatên dersînorkirî de malbateke Iraqî jî heye.

Li gor heman çavkaniyan, ji 21 Hezîranê ve û heta niha 29 kesên Sûrî û Iraqî ku ji aliyê Tirkiye ve hatine dersînorkirin, li ba grûpa Polîsên Serbazî li Serê Kaniyê girtî ne.

Hatiye ragihandin, ji bo azadkirina wan kesan, grûpa Polîsên Serbazî daxwaza 7000 dolar ji kesûkarên wan dikin bi taybetî koçberên Iraqî.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst