Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî cejna Paskalyayê li Xirîstiyan pîroz kir û got, “Em tekeziyê li ser çanda pêkvejiyanê ya Kurdistanê dikin.”
Serok Mesûd Barzanî bi boneya Cejna Paskalyayê peyama pîrozbahiyê belav kir û ew cejin li Xrîstiyanên Kurdistan û tevahiya cîhanê pîroz kir.
Mesûd Barzanî di peyama xwe de got:
“Bi helkefta hatina Cejna Paskalyayê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkeşî xwişk û birayên Mesîhiyên li Kurdistan û Îraq û hemû cîhanê dikim.
Bi vê helkeftê em tekeziyê li ser çanda pêkvejiyan û birayetî û tebayî ya di navbera hemû pêkhatên olî û neteweyiyên Kurdistanê de dikin.
Pêkvejiyan û lêborînî şanaziyek e mezin a gelê Kurdistane ye û divê ew bê parastin û dewlemendkirin.
Hêvî dikin xwiş û birayên Xirîstiyan û hemû pêkhatên olî û neteweyiyên din helkeft û cejnên xwe di nav aştî û bexteweriyê de bikin.
Cejna we pîroz be û hêviya şadî û bexteweriyê ji bo we dixwazim.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse