Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qaxizmanê ya parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber şerê zarokan du malbat pev çûn û di encamê de dayikek hat kuştin.
Li gundê Pertigê yê navçeya Qaxizmanê du zarok pev çûn û di encamê de malbatên wan jî pev çûn.
Li gorî zanyariyan doh Hulya Kagizman û Zohre Yildirim ji ber pevçûna zarokan pev çûn û hevjînên wan Huseyîn Kağızman û Baykara Yildirim jî tevlî pevçûna wan bûn.
Di encama pevçûnê de Huseyîn Kagizman bi demançeyê gule reşand û guleyek li Zohre Yildirim a 44 salî ket.
Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê Zohre Yildirim bir Nexweşxaneya Dewletê ya Dîgorê lê tevî midaxeleya li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
Piştî şer Huseyîn Kagizman û Yalçin Kagizman ji cihê bûyerê reviyan û li navçeya Qulpê ya parêzgeha Îdirê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin desteserkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse