Dusseldorf (Rûdaw) - Şêniyên diyasporayê yên ji Rojavayê Kurdistanê li Almanyayê û welatên din ên Ewropayê di demeke kurt de serkeftinên mezin bi dest xistin.
Yek ji wan endazyarê ji Efrînê Cîhad Ehmed e ku karên mezin li Almanyayê dike.
Karê Cîhad Ehmed ê herî nû beşdariya di afirandineke nû ya teknolojîk de bû ji bo têgihîştineke çêtir û xizmetkirina rezan bi teknolojiya nûjen.
Cîhad Mihemed bû mêvanê bernameya Diyasporayê ya Rûdaw TVyê û li ser projeya xwe ragihand ku projeya wî lêkolîneke zanistî ji bo pêşxistina sektora çandiniyê ye.
“Me bi rêya teknolojiyê serkeftineke mezin bi dest xist"
Cîhad Mihemed wiha got:
“Em bi aliyên têkildar ên hikûmeta Almanyayê re rûniştin ji bo çawaniya pêşxistina sektora çandiniyê li Almanyayê û me diyar kir ku em çawa dikarin bi rêya teknolojiyê sektora çandiniyê pêş bixin û hilberînê zêde bikin.
Wisa me li hev kir û derfeta salekê dane me ku em li ser hin baxçeyan bixebitin xasma yên li berpala çiyê ku hinekî zehmet e mirov di wan de kar bike û bi berdewamî li wan miqate be.
Me wiha dest pê kir û bi rêjeyeke pir baş bêyî beşdariya mirovan û tenê bi rêya teknolojiyê me serkeftineke mezin bi dest xist."
“Em bi înterneta 5Gyê baxçeyên çandiniyê kontrol dikin”
Cîhad Ehmed got jî "Projeya me bikaranîna teknolojiyê ji bo çandiniyê bêyî bikaranîna destên mirovan e.
Ev bi rêya înterneta 5G, robot û her wisa dronan tê kirin ku baxçeyên çandiniyê kontrol dikin. Nexweşî, pêwîstî, avdan û hemû karên ku ji bo baxçeyekî hewce ne bi rêya van robot û dronan tên sergihayîkirin."
Cîhad Ehmed diyar kir ku Almanya ji bilî ku di piraniya qadan de hişê çêkirî û teknolojiyê bi kar tîne lê proje û lêkolîna wî destpêka bikaranîna wê teknolojiya nû di sektora çandiniyê ya welêt de ye, bi rêya dron û robotên ku înterneta 5G bi kar tînin û hêvî kir ku karê wî bibe xizmeteke mezin ji bo sektora çandiniyê li seranserê cîhanê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse