DIHOK - Cotkar ji ber êrişên Tirkiyeyê newêrin herin nav zeviyên xwe

13-05-2024
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Ji ber şerê Tirkiye û PKKyê zeviyên ser sînor nayên çandin / Wêne: Rûdaw
Ji ber şerê Tirkiye û PKKyê zeviyên ser sînor nayên çandin / Wêne: Rûdaw
Nîşan Dihok Amêdî Dêrelok Çandinî
A+ A-

Dihok (Rûdaw) – Şerê PKK û Tirkiyeyê yê li ser sînorê Herêma Kurdistanê bûye sedem ku bi dehan donim genim nayên çandin.

Cotkarên nahiyeya Dêrelokê ya navçeya Amediyê ya Duhokê ji ber êrişên Tirkiyeyê newêrin biçin nav zeviyên xwe.

Destpêka îsal balefirên Tirkiyeyê cihekê xwedîkirina pez û ajalan a li gundekî navçeya Dêrelokê bombebaran kir.

Ji wê demê ve cotkarên wê herêmê newêrin biçin nav zaviyên xwe.

Niha jî rojane derdora zeviyên wan cotkaran tê topbarankirin .

Cotkarekî gundê Sergeleyê ji Rudawê re ragihand ku tenê çend malek di gund de mane.

Wî cotkarî diyar kir ku berê wan li baxçe û bîstanên xwe çandinî dikir lê belê îsal wan nekariye çi tiştekî biçînin.

Xelkê gund ji şewatên daristanên herêmê jî ditirsin û eger balafir bombebarana daristanê bikin ew nikarin agirê daristanê kontrol bikin.

70 donim zevî nehatiye ajotin

Zêdeye 70 donim zeviyên çandiniyê yên Sergeliyê, ji ber şerê di navbera gerîlayên PKKyê û artêşa Tirkiyeyê beyar mane.

Cotkar Ebdulsetar li bi xem li zeviyê xwe dinêre. Yekem sal e wisa beyar e û neajotiye.

Cotkar Edulsetar Îbrahîm ji Rûdawê re diyar kir ku care ewil e zeviya wî beyar ameu û li ser neçandina zeviyan got:

“Sala borî tu hatibayî vê derê  hemû zevî hatibûn çandin.

Kuncî û bacan dihatin çandin û me debara xwe jî pê dikir. Wê demê ew hat bombebaran kirin.

 100 metre di navbera min û bîstanê min de nîne. Heta niha em nikarin biçin bajon.”

“Zevî ji destê me derketin”

Yek ji cotkarê din ê zeviyên wî vala maye jî Şêrwan Reşîd e.

Şêrwan Reşîd jî ji Rûdawê re got:

“Em niha dilgiran in. Ev çemê me ye, çend mal hene me ji xwe re ev bîstan ajotin û şên kir.

Me dikirin kuncî, bacan lê çemê xwarê îsal vala ye. Mew ew dikir birinc îsal hemû ji destê me derketin.”

30 malbat li gundê Sergeliyê mane.

Sala borî malên pişt gund nikarîbûn bîstanên xwe rakin û daynîn îsal jî malên rojhilatê gund nikarin zevî û bîstanên xwe rakin û daynin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst