Li Amerîkayê xelk li dijî birêvebiriya Trump daket kolanan

06-04-2025
RÛDAW
Nîşan Amerîka Xwenîşandan Donald Trump Elon Musk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gelek bajarên Amerîkayê bi dehan hezar kes Serok Donald Trump û hikûmeta wî protesto kirin.

Li gelek bajarên Amerîkayê, li hemberî biryarên gumrikê yên Donald Trump ên li ser welatan xwenîşandanên bi navê "Destên xwe jê bikişînin" hatin lidarxistin.

Bi taybetî li Washingtona paytext û New Yorkl bi dehan hezaran welatî beşdarî xwenîşandanan bûn.

Li Parka Monumentê yaWashington bi hezaran kes civiyan û bi alên Amerîkayê û pankartan nerazîbûnên xwe yên li dijî siyasetên hikûmeta Trump nîşan dan.

Xwenîşanderan bi dirûşmên "Destên xwe ji demokrasiyê bikişînin", "Trump ezl bikin", "Elon Musk, tu xayîn î", "Nefretê dersînor bikin", nerazîbûna xwe li dijî hikûmeta Trump û siyasetên Departmana Karûbarên Hikûmetê (DOGE) ya ku ji aliyê milyarder Elon Musk ve tê birêvebirin, anîn zimên.

Xwenîşandanên li New Yorkê

Li bajarê New Yorkê, bi taybetî li Bryant Parkê û çend cihên din, bi hezaran xwenîşander, tevî barîna baraneke gur, meydan tijî kirin û hikûmeta Trump şermezar kir.

Her wiha, siyasetên Elon Muskê milyarderê ku ji aliyê Trump ve wekî serokê Departmana Karûbarên Hikûmetê (DOGE) hat destnîşankirin, rastî nerazîbûnê hatin.

Hat îdiakirin ku nêzîkî 10 hezar kesan beşdarî xwenîşandana li New Yorkê bûn.

Li gorî medyaya Amerîkayê li zêdetirî 1200 cihên cuda yên Amerîkayê xwenîşandan hatin lidarxistin ku ji aliyê zêdetirî 150 koman ve hatibûn organîzekirin.

Di xwenîşandanan de bal kişandin ser wê yekê ku nêzîkî 600 hezarî daxwaz ji bo beşdarbûna di van xwenîşandanan de hatine kirin û amaje bi wê yekê jî hat kirin ku heta niha ev xwepêşandan di serdema duyem a xwenîşandanên herî mezin bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst