Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn got, "Niha li Rojhilata Navîn gelek tişt hene ku divê bên aşkirin."
Trump derbarê bertekan ên li hemberî bacên nû yên gumrikê got, "Ez naxwazim tu tişt xerab bibe, lê carinan ji bo ku tiştek bê çareserkirin divê meriv derman bixwe."
Trump di dema serdana xwe ya ji Florîdayê ber bi Washingtonê ve, di balafirê de ji rojnamegeran re axivî û bacên gumrikê nirxandin.
Di bersiva pirsa "Gelo di bazaran de asteke êşê heye ku hûn tolere nakin?" de Trump got, "Bi ya min pirsa we gelekî bêaqilane ye. Ez naxwazim tu tişt xerab bibe lê carinan ji bo çareserkirina tiştekî divê meriv derman bixwe."
"Heta ku pirsgirêka kêmasiya bazirganiyê ya bi Çînê re çareser nekim, ez peyman nakim"
Trump destnîşan kir ku Amerîka bi hinek welatan re kêmasiya bazirganiyê ya bi nirxê milyar dolaran heye û got kêmasiya bi Çînê re jî bi trilyon dolaran e.
Trump tekezî li ser wê yekê kir ku divê Amerîka kêmasiya bazirganiyê ya bi Çînê re çareser bike û got:
"Em her sal bi sed milyaran dolar li hemberî Çînê winda dikin û heta ku ev pirsgirêk çareser nebe ez peymanê nakim.
Ez amade me ku bi Çînê re peymanê bikim lê divê ew vê pirsgirêkê çareser bikin. Me bi Çînê re pirsgirêkeke mezin a kêmasiya bazirganiyê heye."
"Ez vekirî me ku bi Çînê re biaxivim"
Trump anî zimên ku ew dixwazin pirsgirêka kêmasiya bazirganiyê ya bi Çîn, Yekîtiya Ewropayê (YE) û welatên din re heye çareser bikin û got:
"Eger ew dixwazin li ser vê mijarê biaxivin, ez vekirî me ku biaxivim. Lê berevajî vê, çima ez bixwazim biaxivim?"
Serokê Amerîkayê Trump her wiha got: "Min bi gelek rêberan re ji her derê cîhanê, ji Ewropa, Asya xeber da. Ew ji bo danîna peymanekê gelekî bêsebir in."
"Mirov dê nas bikin ku bac tiştekî pir xweş in"
Li aliyê din Trump, li hesabê xwe yê medyaya civakî Truth Socialê parvekirineke din kir û diyar kir ku bi Çîn, YE û gelek welatên din re kêmasiyên mezin ên darayî hene.
Trump got: "Tenê rêya çareserkirina vê pirsgirêkê, bac in ku niha bi dehan milyar dolar ji Amerîkayê re didin qezençkirin. Ev bac niha di kar de ne û dîtina wan tiştekî xweş e."
Trump îdia kir ku kêmasiya bazirganiyê ya Amerîkayê bi van welatan re di dema Serokê Berê yê Amerîkayê Joe Biden de zêdetir bûye û pê de çû:
"Em dê vê berevajî bikin, hem jî bi awayekî pir bilez. Rojekê mirov dê nas bikin ku bac ji bo Amerîkayê tiştekî pir xweş in."
" Zêdetirî 50 welatî têkilî danîn"
Rêvebirê Konseya Aboriyê ya Neteweyî ya Qesra Spî Kevin Hassett da zanîn ku zêdetirî 50 welatî ji bo gotûbêja bacên ku Trump dê bicih bike, bi Qesra Spî re têkilî danîne.
Hassett di bernameya "This Week" ya kanala ABC Newsê de axivî û daxuyanî dan.
Hassett diyar kir ku ew welatên ku Amerîkayê ragihand ku dê bacên hevberamber li ser wan bi cih bike "hêrs in û bertekê nîşan didin", lê her wiha wan welatan jî ji bo gotûbêjê "li ser maseyê rûniştine."
"Ez bawer nakim ku dê bandoreke mezin li ser bikarhênerên Amerîkayê hebe"
Hassett got: "Min doh êvarê raporek ji (Nûnerê Bazirganiyê yê Amerîkayê) wergirt ku zêdetirî 50 welatî ji bo destpêkirina gotûbêjan bi Serok re têkilî danîne.
Sedema ku ev tişt dikin, ew e ku ew pê hesiyane ku beşeke mezin a barê bacan li ser milên wan e."
Hassett îdiaya ku bacên Trump dê ji bo bikarhênerên Amerîkayê bibin sedema lêçûnên zêdetir red kir û got:
"Ez bawer nakim ku em dê bandoreke mezin li ser bikarhênerên Amerîkayê bibînin, ji ber ku sedema mayînde bûna kêmasiya me ya dirêjdem a bazirganiyê ew e ku peydakirina van welatan li hemberî bihayê bêhestiyar e."
"Bacên têkildar zererên mezin dan aboriyê"
Li aliyê din, Wezîrê berê yê Xezîneyê Lawrence Summers, ku piştî Hassett tevlî heman bernameyê bû, nirxand ku bacên têkildar "zererên mezin" dane aboriyê.
Summers îdia kir ku bac dibin sedema zêdebûna bihayan û bi vî awayî enflasyon zêde dibe.
Summer her wiha got ku ev rewş hêza xerçkirina mirovan kêm dike û ev kêmbûn jî tê wateya "karên kêmtir".
"Ziyaneke 30 trilyon dolarî li ber çavan e"
Summers got: "Bazar li van hemûyan dinêrin. Ew difikirin ku şirket dê 5 trilyon dolar biha winda bikin li gorî nirxên wan ên beriya van bacan û ev tenê ziyana şirketan e.
Ger hûn ziyana bikarhêneran jî lê zêde bikin, bi texmîneke maqûl bi giştî tê texmînkirin ku dê ziyaneke nêzîkî 30 trilyon dolarî li ber çavan be."
Trump roja 2yê Nîsanê ragihandibû ku Amerîka dê li hemberî welatên din bacên hevberamber bicih bike û rêjeya bingehîn a bacê dê ji sedî 10 be.
Trump dê pêşwaziya Netanyahu bike
Donald Trump derbarê hevdîtina xwe ya li Qesra Spî bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re, ku cara duyem piştî ku destpêka meha Kanûna Paşîn dest bi erkê serokatiyê kir diçe Washingtonê, got: "Niha li Rojhilata Navîn gelek tişt hene ku divê bên aşkirin".
Di bersiva pirseke rojnamegerekî de ku dê sibê di hevdîtina bi Netanyahu re li Qesra Spî kîjan mijar bên gotûbêjkirin, Trump got:
"Em dê li ser bazirganiyê biaxivin û em dê li ser mijareke eşkere biaxivin.
Tu dizanî ka ew mijara eşkere çi ye? Tenê hewldan ji bo bazirganiyê da ku rewş bê aramkirin."
"7ê Çiriya Pêşîn bi tevahî ji ber Îranê bû"
Trump diyar kir ku "Niha li Rojhilata Navîn gelek tişt hene ku divê bên aşkirin".
Trump îdia kir ku berê Amerîkayê tu pirsgirêk bi Rojhilata Navîn û Îranê re tinebû û got:
"Paşê 7ê Çiriya Pêşîn (êrişa Hemasê ya li Îsraîlê) çêbû û ev bi tevahî ji ber Îranê bû.
Ji ber ku hûn dizanin ku Îranê pere nedida kesî, ji ber ku pereyê wê tunebû. Niha lê pereyekî pir heye. Em dê bibînin ka çi dê bibe."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse