Projeya RÛDAW AI: Êdî hûn dikarin li nûçeyên me guhdarî jî bikin

02-03-2024
RÛDAW
Nîşan Rûdaw AI Hişê Çêkirî Kurmancî Guhdarkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di pêngaveke mezin a medyayî û teknolojîk de, maseya hişê çêkirî ya Rûdawê projeya xwe ya herî dawî radigihîne ku nûçeyên Rûdawê dikarin bên guhdarkirin.

Ew bi tevahî xwe dispêre hişê çêkirî.

Êdî xwîner dikarin li ser malpera Rûdawê nûçe û gotarên bi çar ziman û du zaravayên Kurdî (Kurmancî û Soranî) guhdarî bikin.

Ji bo guhdarkirina nûçeyan bi her ziman û zaraveyan deng hatiye zêdekirin.

Xwendevan û mêvanên Rûdawê dikarin nûçeyên bi zaraveya Kurmancî bi dengê Zozan Çetinê guhdarî bikin.

“Çavên xwe rehet bike û guhdarî bike” ev dûrişma projeya Rûdawê ye, ev jî hêsantir dike ku xwendevan nûçeyê rasttir fêm bikin.

Bi vê pêngavê, Rûdaw dê bibe yekemîn medyaya Kurdistan û cîhanê ku ji bo xizmeta xwendina nûçeyên bi Kurdî, bi temamî xwe dispêre hişê çêkirî.

Ev jî cara yekem e ku bi hişê çêkirî nivîsa Kurdî bi vê kalîteyê tê xwendin.

Birêvebirê Rûdaw Dîjîtalê Birwa Kiyanî ragihand ku xwendevanên Rûdawê her dem layiq in ku nûtirîn xizmetên nûçeyan re bên nûjenkirin û nasîn, ev proje gaveke din e ji bo bilindkirina kalîteya nûçeyan û gihandina wê ya bi awayekî hêsan ji bo xwendevan û mêvanên xwe.

Projeya Rûdawê bi tevahî xwe dispêre destên xwemalî û ji aliyê pêşdebirên Rûdawê ve hatiye çêkirin.

Karwan Xalid ku pêşdebirê Rûdawê ye û endamê tîma maseya hişê çêkirî ya Rûdawê ye, sîstem kod kiriye.

Birêvebirê maseya teknîkê ya Rûdawê Hejar Birincî ragihand ku maseya hişê çêkirî ya Rûdawê dê gaveke mezintir bavêje û di rojên pêş de hûn dê çend xizmetguzariyên din li ser hesab û malpera Rûdawê bibînin ku bi tevahî ji aliyê hişê çêkirî ve tên birêvebirin.

Di nav wan de servîsa rastkirina nûçeyên sexte û taybetmendiyên din ên ku ji bo pêşvebirina medyaya Kurdî xizmetê dikin, hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst