Hewlêr (Rûdaw) – Konferansa yekem a hişê çêkirî (Artificial Intelligence-AI) ya Îraq û Herêma Kurdistanê, li Hewlêrê hat lidarxistin.
Ji gelek welatên cuda gelek pispor û profesor beşdarî konferansê bûn û mijarên bi sûd û xisarên hişê çêkirî re pêwendîdar hatin gotûbêjkirin.
Konferans bi pêşniyariya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî hat sazkirin û Vision Educationê piştgirî da konferansê.
Gelek proje û robot hatin nîşandan ku li ser bingehe hişê çêkirî li Îraq û Herêma Kurdistanê hatine çêkirin.
Hat diyarkirin ku hegomonyaya kompanyayên mezin a li ser hişê çêkirî cihê dilgiraniyê ye û ev mijar jî hat nîqaşkirin.
“Pêwîstiya Îraqê bi 40 hezar pisporên ewlehiya sîber heye”
Elî Şêrbazê ku li Zanîngeha Cambridgeyê doçentê alîkar e destnîşan kir ku ji bo bihêzkirina ewlehiya sîber a Îraqê pêdîvî bi hêzeke mezin a mirovî heye û got:
“Ofîs û saziyên Îraqê gav bi gav ber bi dîjîtalbûnê ve diçin û pêwîstiya Îraqê bi 40 hezar pisporên ewlehiya sîber heye.”
Elî Şêrbaz bang kir ku ciwanên 10-18 salî di biwarê ewlehiya sîber de werin perwerdekirin û pergala perwerdeyê modern bibe.
Elî Şêrbaz herwiha da zanîn ku divê ji bo haydariya li ser ewlehiya sîber xurttir bibe divê bi zimanên Kurdî û Erebî jî girîngî bi mijarê were dayîn.
“Ez bi temamî jê bawer nakim”
Elî Şêrbaz li ser bikaranîna amûrên hişê çêkirî yên wekî ChatGPT, Microsoft Copilot, Gemini û Cloud AIê agahî dan û lê zêde kir:
“Divê em ji sedî 100 bawerî wan agahiyan nekin ku ji aliyê hişê çêkirî ve tên dabînkirin.
Hişê çêkirî alîkariyê dide min ku ez agahiyên herî nû peyda bikim lê ez bi temamî jê bawer nakim.”
Li hêla din, bandora hişê çêkirî ya li ser jiyana rojane û jiyana kar jî mijareke din a konferansê bû.
Yi-Zhe Songê ku li Zanîngeha Redê profesor e diyar kir ku hinek kompanya hemû qadên hişê çêkirî kontrol dikin û ev jî cihê nîgeraniyê ye.
Yi-Zhe Song amaje pê da ku divê teknolojiyên hişê çêkirî heman derfetan bidin hemû herêm û hemû çandan û got:
“Li gorî min, divê hişê çêkirî du derfetan bide her kesî: Şiyana bikaranînê û teknolojî. Dewlet nikarin vê sînordar bikin.”
Sûdên hişê çêkirî di biwarên hiqûq û tipê de
Dr. Ebîr Hedad jî li ser bikaranîna hişê çêkirî ya di qada hiqûqa guherîna avhewayê kir û got:
“Amûrên wekî ChatGPTyê li ser dozên hiqûqî û metnên hiqûqê perwedeyekê didin.
Hişê çêkirî bi rêya vê yekê barê pisporan sivik kir û di têgihiştin û şîrovekirina metnên tevlîhev de hêsankariyek çêkir.
Em bi xwe ChatGPTyê li ser mijareke diyar perwerde dikin û hevkarên me û asîstanên me paşê dikarin van agahiyan bi kar bînin.”
Dr. Mihemed Secadê ku li ser bikaranîna hişê çêkirî ya di qada tipê de li Ewropa û Amerîkayê di gelek saziyên cuda de dixebite jî beşdarekî konferansê bû.
Dr. Mihemed Secadê bi taybetî behsa bikaranîna hişê çêkirî ya di tedawiya nexweşiyan de kir.
“Şoreşek kiriye”
Dr. Hêmin Letîfê ku li Zanîngeha Amerîkayê ya Silêmaniyê doçentê alîkar e da zanîn, “Hişê çêkirî di biwarê çandinî û parastina jîngehê de şoreşek kiriye.”
Dr. Hêmin Letîf diyar kir ku çolên ziwa yên Îraqê bi rêya hişê çêkirî dikarin bibin zeviyên çandiniyên yên bi xêr û bêr û hişê çêkirî dikare karbona ku tevî hewayê bûye jî kêm bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse