Ewn Ziyab: Li Herêma Kurdistanê dê 10 bendav bên çêkirin

21-04-2024
Nîşan Îraq Herêma Kurdistanê Bendav Çandinî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Îraqê Ewn Ziyab got, “Di budceya Îraqê de 10 bendavên ku li Herêma Kurdistanê bên çêkirin cih girtiye.”

Ewn Ziyab ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku plana ku li Herêma Kurdistanê 10 bendav bên çêkirin heye.

Li gorî agahiyên ku Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Îraqê dane, ev bendav dê bi armanca enerjî û avdanê bên çêkirin.

Ewn Ziyab ragihand ku plana çêkirina bendavan amade ye û ketiye nav budceya federal a Îraqê.

“Hevahengiyeke me ya bêhempa heye”

Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Îraqê Ewn Ziyab destnîşan kir ku li ser vê mijarê di navbera wan û Herêma Kurdistanê de hevahengî heye û anî zimên:

“Bi Herêma Kurdistanê re hevahengiyeke me ya bêhempa heye.

Wezareta me di encama lêkolînên stratejîk de ji bo çareserkirina pirsgirêka av û zeviyên çandiniyê plana çêkirina zêdetirî 10 bendavan diyar kiriye da ku bi armanca enerjî û avdaniyê bên bikaranîn.

Plan hatiye amadekirin û me ew plan xistiye nav bernameya karê wezareta me ya budceya federal.

Ji bo dîzayn û lêkirina bendavan jî xebatên me berdewam dikin.”

“Îsal li Îraqê rewşa avê baş e”

 Ewn Ziyab diyar kir ku îsal baranên bibereket bariyane û got:

“Bi xêra baranên zêde îsal li Îraqê rewşa avê baş e.

Em destpêka salê ji ber kembûna avê di rewşeke dijwar de bûn lê spas ji Xwedê re ku niha rewşa avê baş e.”

“Tê pêşbînîkirin ku berhema îsal zêdetir be”

Ewn Ziyab pirsa Rûdawê ya bi rengê, “Plana we heye ku ji bo pêwîstiyên xelkê, li naverast û başûrê Îraqê rûbera zeviyên çandiniyê zêde bikin?” wiha bersivand:

“Nêzîkî du salan e me gavên gelekî baş avêtine.

Sala par me ji pêwîstiya xwe zêdetir genim hilberand ku bi tevahî ji 5,5 milyon tonan zêdetir bû.

Tê pêşbînîkirin ku berhema îsal zêdetir be jî.

Ev jî encama başbûna rewşa çandiniyê ya Îraqê ye.

Hinek kes berovajiyê van tiştan diaxivin lê wekî ku min got ji ber ku planên baş hatine kirin rewşa Îraqê gelekî bi pêş ketiye.”

Ewn Ziyab amaje pê kir ku pêwîstiya birinc bi aveke gelekî zêde heye lê dîsa jî ki gorî salên berê hilberîna birinc jî zêde bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst