Trump roja hevdîtina rasterast a bi Îranê re eşkere kir

07-04-2025
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Amerîka Îran Hevdîtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku dê 12ê vê mehê rasterast bi Îranê re hevîdtinê bikin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî hevdîtina xwe ya li Koşka Spî ya bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re, ragihand ku dê bi Îranê re têkiliyeke rasterast were avakirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump got, "Em dê roja şemiyê bi Îranê re hevdîtineke rasterast pêk bînin. Ev gav dê ji bo Îranê jî bi feyde be."

Trump ti hûrgilî li ser cihê ku dê hevdîtin lê were kirin parve nekir, tenê eşkere kir ku roja şemiyê (12ê Nîsana 2025an) dê di navbera her du aliyan de diyalogeke fermî dest pê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst