Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Nagazakiyê ya Japonyayê helîkoptereke bijîşkî ket xwarê, sê kesan canê xwe ji dest da.
Ewlehiya Beravan a Japonyayê ragihandin ku helîkopter îro ketiye nava deryaya nêzîkî başûrê rojavayê Japonyayê.
Şeş kes di nav helîkopterê de bûn ku ji girava Tsushimayê ya li herêma Nagazakîyê ber bi nexweşxaneyeke li bajarê Fukuokayê ve diçû.
Piştî çend demjimêran ji windabûna têkiliyê, her şeş rêwî ji aliyê keştiyekê ve li gel helîkopterê hatin dîtin.
Ewlehiya Beravan a Japonyayê da zanîn ku sê kes ji wan ên ku hatin dîtin bêtevger bûn û paşê hat piştrastkirin ku ew mirîne.
Her wiha hat ragihandin ku sê kesên din ên ku xwe bi helîkopterê ve girtibûn, bi zindîtî mane.
Berpirsekî ji kompaniya birêvebiriya helîkopterê roja duşemê ragihand ku her du pîlot û mekanîkvan bi ezmûn bûn û rewşa hewayê jî ti pirsgirêk ji bo firînê çênekiribû.
Wî amaje pê kir ku Lijneya Neteweyî ya Ewlehiya Deryayî dê lêkolînê bike.
Li gorî rojnameya Asahi Shimbunê, helîkoptereke din a ku heman kompanî bi rê ve dibir, Tîrmeha sala borî li herêma Fukuokayê ketibû xwarê û du kes miribûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse