New York (Rûdaw) - Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric ragihand ku statuya Sûriyeyê ya li Neteweyên Yekbûyî neguherî ye û wekî xwe dimîne.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric ji Rûdawê diyar kir ku biryara Amerîkayê ya guhertina vîzeya endamên nûneratiya daîmî ya Sûriyeyê ji bo Neteweyên Yekbûyî, bandorê li ser statuya Sûriyey nake.
Nûçegihanê Rûdawê Sînan Tunçdemîr pirsa "Çavkaniyên cuda amaje dikin ku Amerîkayê rewşa qanûnî ya nûneratiya Sûriyeyê ya Neteweyên Yekbûyî daxistiye xwarê û ev yek jî nîşan dide ku Amerîka êdî hikûmeta Sûriyê nas nake. Gelo ev rast e? Agahiyên we li ser vê hene?" ji Stephane Dujarric kir.
“Rewşa Sûriyeyê neguherî ye”
Dujarric di bersivê de diyar kir ku pêwîst e çend xal zelal bibin û got:
“Rewşa Komara Erebî ya Sûriyeyê ya Neteweyên Yekbûyî neguherî ye.
Endamtiya wan a Neteweyên Yekbûyî berdewam dike. Mijara endamtiyê li gorî yasayan tê rêvebirin û mijara naskirinê jî ji aliyê hikûmetan ve tê kirin.”
Dujarric diyar kir ku biryara Amerîkayê bandorê li ser beşdarbûna endamên daîmî di civîn û karên Neteweyên Yekbûyî de nake.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse