Amerîkî xwezî bi rojên berê tînin: Welatê me axa azadiyan bû

07-04-2025
Sinan Tunçdemir
Xwenîşanderên New Yorkê /Wêne: Rûdaw
Xwenîşanderên New Yorkê /Wêne: Rûdaw
Nîşan Amerîka Xwenîşandan Donald Trump Bacên Gumrikê Penaber
A+ A-

New York (Rûdaw) - Li kolanên Amerîkayê di dawiya hefteyê de li dijî Serokatiya Donald Trump û bîryarên wî yên dawî bi nave "Destê xwe jê bikşîne" çalakiyên girseyî hatin li dar xistin.

Li seran serê Amerîka ango ji 50 eyalet, ji sedî zêdetir bajarî ji yek hezarî zêdetir çalakiyên cuda li hemberî Serokê Amerîkayê Donald Trump û şêwirmendê wî Elon Musk hatin lidarxistin.

Di çalakiyan de bi taybetî jî mafên penaberan, tarîfên nû ji bo danûstandinan, sîgorteya tenduristiyê, mafên şagirtan, alîkariyên mirovatiyê, jikardûrxistin û zêdetir mijar derketin pêş.

"Gelê Amerîkayê hikûmete li gorî yasan heq dike"

Welatiya bi navê Jennifer Nelson hestên xwe yên li hemberî birêvebirya Trump wiha anîn zimên:

"Min xwest ku li hemberî birêveberiya nû  ji bo kesên ku rewşa wan xirabtir dibe piştgiriya xwe nîşan bidim.

Di vî dawiyê de tarîfên nû, rewşa penaberan û jikardûrxistin bi şêweyeke alozî tê birêvebirin.

Li gorî yasayan nayê birêvebirin û gelê Amerîka hikûmeteke ku li gorî yasayan tev bigere heq dike. Hikûmeta niha wiha nîne."

"Divê hemû Amerîkî û cîhan ji xewnê rabin"

Çalakvan Beatrice J.yê wiha got, "Tiştekî gelekî xemgîn e ku Amerîka wekî agir dibe. Ji kerema xwe divê hemû Amerîkî û cîhan ji xewn rabin.

Em nikarin li hemberî zulmê bisekinin, divê hemû cîhan ji xewnê rabe û divê were rawestandin."

"Berî ku welatî mexdûr bibin divê kongre dengê xwe derxe"

Çalakvan Peggy P. bangî kongreya Amerîkayê kir û got, "Trump aboriya Amerîkayê xirab kir û niha bi awayekî global vê dike.

Gelekî girîng e ku divê kongresa Amerîkayê dengê xwe derxe berî ku welatî mexdûr bibin. Hewcedariya me bi kar heye ne ji kar derxistinan."

" Mafên me ji me tên standin"

Çalakvan Lizette Colom sedema beşdarbûna xwe ya çalakiyan wiha anê ziman, "Ez gelekî bi hêrs im û ji ber vî hatim îro.

Mafên me ji me tên standin ku çend salan me ji bo wan mafan têkoşîneke dijwar kiribû.

Bi awayekî gelekî hêsan ji me tên standin bi rêya fermanên bêaqil.

Kongres jî tenê disekine û diyalogê dike lê ez vê şêweyê naxwazim.

Divê kongres wî mirovî bide rawestandin ji ber ku ew nizane ka ew çi dike.

"Ev dê jî mirovan bikuje"

Çalakvan Richard Ellis nerazîbûnên xwe yên li dijî birîna alîkariyên tenduristiyê wiha tîne ziman:

 Ez li nexweşxaneya Metropolitanê bijîşk im. Tiştên ku niha dikin wê mirovan bikuje.

Ji her 3 zarokan 1 dema ku tê dinyayê di bin parastina sîgorteya tenduristiyê ya Medicare de tê.

Ev yek wê were rawestandin li gorî pêşniyariya Partiya Komarparêzan.

Ev dê jî mirovan bikuje. Nîvê nexwaşên min xwediyê vê sîgortaya tenduristiyêne.

Dema ku hûn ji sedî 10 û 20 bibirin ew dê mirovan bikuje. Ango hûn sîgorteya tenduristiyê qut bikin mirovên bimrin."

"Welatê me axa azadiyan bû"

Çalakvan Sara D.yê jî wiha got, "Niha di kolanan de xwendekarên biyanî desteser dikin wekî li bajarê Boston û hin bajarên din.

Her wiha jiyana mirovên trans dixin bin metirsiyê. "

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst