Almanya plana nû ya wergirtina karkerên biyanî radigihîne

15-04-2023
RÛDAW
Nîşan Almanya Karker
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Almanyayê dixwaze bi rêya projeyasayekê hêsankariyê ji bo karkerên karkerên biyanî yên xwedî şiyan in bike û mercên wergirtinê jî kêm bike.

Di dawiya Adarê de, Hikûmeta Almanyayê projeyasayek pejirand ku karkerên xwedî şiyan ji derveyî Yekîtiya Ewropayê bikişîne da ku hêza kar tijî bike. Li gorî medyaya navdewletî, Herêma Kurdistanê, Iraq, Tûnis, Misir û Urdin dê beşeke planê bin.

Projeyasayek di 29ê Adarê de ji aliyê Hikûmeta Almanyayê ve hatibû qebûlkirin û niha ji bo ku bibe qanûn divê li parlamentoyê deng li ser bê dayîn.

Li gorî medyaya Almanyayê, prosedurên koçberiyê sivik bûne, di nav de êdî hebûna girêbestên kar û axaftina bi Almanî ji bo karkerên biyanî ne mercên sereke ne.

Li gorî Wezareta Kar a Almanyayê, pêwîstiya wan bi 1,2 milyon destê kar heye û hişyarî da ku eger krîz heta sala 2030an neyê çareserkirin, wê hejmar bigihêje 3,9 milyonî û heta sala 2035an jî 7 mîlyon destê kar divê bên dagirtin.

Di sala 2022an de kêmiya destê kar li Almanyayê bi awayekî berçav zêde bibû. Li gorî Enstîtuya Lêkolînên Kar a Almanyayê, divê 1,74 milyon destê kar bêne dagirtin.

Mercên wergirtinê çi ne?

Hikûmeta Almanyayê 150 milyon euro ji bo projeyê veqetandiye û dixwaze salane hejmareke diyarkirî koçberan werbigire.

Wezîrê Kar Hubertus Heil diyar kir dê “kartê derfetê” bidine karkeran û dibêje, “Her sal li gorî hewcedariyên me em ê sînorekê diyar bikin ku çend kes dikarin bi kartê derfetê werin Almanyayê ku li dû kar û perwerdeyê bigerin.”

Li gorî planê, hikûmet dê ji bo penaxwazan demekê diyar bike da ku bikaribin debara jiyana xwe bikin.

Her kesê ku dikare bawernameyekê nîşan bide ku li Almanyayê pejirandî ye, bêyî ku pîşeyî be an akademîk be, "rasterast hewcedariyên karta derfetê pêk tîne", lê li gorî Wezareta Karê Almanyayê, ew dixwazin derfetan bidin kesên din jî ku bikaribin bazarê dabigirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst