Amerîka: Heta çend rojan em dê biryarê li ser agirbesta li Ukraynayê bidin

18-04-2025
RÛDAW
Nîşan Amerîka Ukrayna Rûsya Agirbest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ragihand ku ew dê di çend rojên pêş de biryarê li ser agirbesta li Ukraynayê bidin.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio dema ku ji Balafirgeha Parîsê vedigeriya welatê xwe ji rojnamegeran re axivî.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio anî ziman:

“Divê em di çend rojên pêş me de zanibin ka agirbest dê di demeke nêzîk de pêk bê an na.

Trump hîn jî dixwaze li Ukraynayê agirbestek çêbibe lê bi gelek mijarên din ên li cîhanê ve mijûl e û eger ti nîşaneyên bipêşketinê yên têkildarî agirbestê nebin, ew amade ye ku dev jê berde.”

Rubio her wiha diyar kir ku Amerîka dixwaze Brîtanya, Fransa û Almanya di agirbestê de xwedî rol bin.

Şerê Rûsya û Ukraynayê zêdetirî 3 salan e berdewam dike û hewlên îdareya Donald Trump a ji bo bidawîanîna şer jî berdewam in.

Tevî dan û standinên di navbera berpirsên Rûsya û Amerîkayê de heta niha ti rêkeftin çênebûne.

Berê jî Trump dilgiraniya xwe ya li ser hêdîbûna dan û standinên agirbestê nîşan dabû.

Ji dema ku Trump vegeriyaye Koşka Spî ve, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff 2 hevdîtin bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re kirine.

Meha borî Rûsyayê pêşniyareke Amerîkayê ya ji bo rawestandina şer a bêmerc red kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst