Li Almanyayê peydakirina kar zehmet bûye

21-04-2024
RÛDAW
Li Almanyayê peydakirina kar zehmet bûye
Li Almanyayê peydakirina kar zehmet bûye
Nîşan Almanya Kar Penaberên Sûriyeyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Almanyayê ji bo penaberên Sûriyeyî bidestxistina kar ne hêsan e.

Jina Sûriyeyî Fewziye El-Tewîla 45 salî ku mamoste bû û dêya 3 keçan e, berî 8 salan ji Sûriyeyê çû Almanyayê.

Fewziye El-Tewîla hêvî dike ku derfeteke kar bibîne.

Penabera Sûriyeyî ya li Almanyayê Fewziye El-Tewîlê got:

“Ez dixwazim di sektora hemşîretiyê de bixebitim lê nizanim gelo derfet wê ji min re hebin yan na. Ez ê hewl bidim.”

Welîd Asifê 27 salî jî penaberekî Sûriyeyî cara yekem 8 mehan kete rahênanê, piştre dikaribû warê rahênana pîşeyî ji xwe re diyar bike, ew êdî di kompanyaya avê de dixebite.

Penaberê Sûriyeyî yê li Almanyayê Welîd Asif jî anî ziman:

“Gelek penaber ligel guhertinên di navbera dibistanê û rahênanê de bi sîstema rahênanê re li hev nakin.

Lewma ya baştir ew e ku cara yekem rahênaneke navxweyî ya bi dirêjiya çend mehan were kirin.”

Li Pêşangeha Tayînkirinê (FU Tog) ya penaberan li Berlînê, 4 hezar û 500 kes li kar digerin û hejmar ji ya pêşbînîkirî zêdetir e.

Derdora 90 kompanyayên ji hemû beşan li wê derê hene.

Kursên ziman û tevlihevbûnê têne vekirin.

Rêvebera Giştî ya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê Anke Fredericksen da zanîn:

“Ji yekemîn pêşangeha tayînkirinê, gelek kompanya fêr bûn ku ew dikarin derfetên kar li vê derê pêşkêş bikin.

Hin caran jî dikarin vê yekê bi rêya înternetê bikin da ku karûbar baş bi rê ve herin.”

Li gorî zanyariyan tê pêşbînîkirin ku sala 2035an li Berlînê, 400 hezar derfetên damezrandinê di karan de hebin, ev yek jî ji bo penaberan tiştekî baş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst