Dusseldorf (Rûdaw) - Polîsê Brîtanyayê bi ser 235 kargehan de girt ku piraniya xwediyên wan Kurd in.
Li Brîtanyayê Ajansa Nehiştina Sûcan dest bi operasyoneke berfireh li ser wan berberxane, supermarket û dikanan kiriye ku piraniya xwediyên wan Kurd in.
Li gorî polîsan, bi ser 235 karsaziyên biçûk de hatiye girtin û dest danîne ser çend hezar pound pereyên reş û tiştên din.
Ev demek e rastgirên dijî koçberan li Brîtanyayê polîsan han didin ku bi ser dikanên koçberan de bigirin.
Dibêjin li wan deran pere tên spîkirin, qaçaxçîtî tê kirin û karê reş tê kirin.
Wekî nimûne şerê wan li dijî wan berberxaneyan e ku bi Tirkî jî jê re dibêjin "berberxaneya Tirkî" lê piraniya xwediyên wan û berber jî Kurd in.
Yek ji kesên ku ji hemûyan tundtir e Nigel Farage ye.
Siyasetmedarekî naskirî ye û vê dawiyê bernameyeke televizyonî jî heye.
Polîsan "Operasyona Machiniseyê" da destpêkirin
Di bin zexta wan kesan de û piştî komkirina zanyariyan, heft hefte ye hêzên ewlehiyê yên Brîtanyayê operasyoneke berfireh bi navê "Operasyona Machiniseyê" daye destpêkirin û bi ser wan dikanan de digirin.
Dikan hinek ji wan berberxane ne, hinekên din şûştingeha otomobîlan an sûpermarket an jî dikanên firotina cixareyên elektronîk in.
Operasyon li 265 dikanan hat kirin
Polîs dibêje di wê operasyonê de di ser 265 dikanan de girtine.
Di encamê de zêdetirî milyonek pound li ser hesabên bankî yên xwediyên dikanan bloke kirine, zêdetirî 500 hezar pound pereyên kaş ên reş dîtine, 35 kes destgîr kirine ku bi spîkirina pereyan û binpêkirina yasayên koçberiyê tên tohmetbarkirin, herwiha 10 dikan jî bi yekcarî girtine.
Pirsgirêka wan dikanan ew e ku hemû karê wan bi pereyên kaş e. Loma dewlet nikare kontrol bike ka dahata wan çend e.
Polîs dibêje ev derî vedike bo spîkirina pereyan û karên tawankariyê yên din.
Mişterî kêm in lê dahat zêde ye
Wekî nimûne li hinek deran kamerayên dikanên xwe birine û dîtine di wê heyamê de mişteriyên zêde neçûne wan lê dahata wan zêde ye. Polîs dibêje ev nîşaneya wê yekê ye ku pereyê reş li wan dikanan tê spîkirin.
Di van salên dawiyê de piraniya wan koçberên Kurd ên digihîjin Brîtanyayê xwe fêrî berberiyê dikin û li berberxaneyekê kar dibînin.
Bi wê yekê jî alîkariya kesûkarên xwe dikin li Kurdistanê û xerciyên geşta xwe peyda dikin.
Li ser torên civakî gelek ji wan kesan nîgeran in û gotinan bi wan kesan dibêjin ku bawer dikin gilî li cem polîsan kirine lê rastiya wê ew e ku wekî min behs kir, operasyoneke berfireh a polîs û hêzên ewlehiyê ye û demek e amadekariya wê tê kirin.
Yek ji wan hincetan jî ew e ku tenê di sala 2024an de li Brîtanyayê 750 berberxaneyên nû hatine vekirin.
Polîs dibêje ev zêdetir e ji pêwîstiya bazarê û ne maqûl e ji nişka ve ew qasî ser û rih peyda bibin ku pêwîstiya wan bi miqesên zêrîn ên berberên Kurd hebe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse