Di meha Gulanê de herî kêm 145 karkeran canê xwe ji dest dane

08-06-2023
RÛDAW
Nîşan ISIG Karker
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di meha Gulanê de herî kêm 145 karkeran li ser kar canê xwe ji dest dane û di 5 mehên destpêka îsal de jî hejmara canjidestdana karkeran gihîştiye 730 karkeran.

Encûmena Ewlekariya Kar û Tenduristiya Karkeran (ISIG) îro Pêncşemê 8ê Hezîrana 2023an rapora xwe ya “Cinayetên Kar” a 5 mehên 2023an eşkere kir.

Li gor raporê di 5 mehên destpêkê yên îsal de bi giştî 730 karkeran canê xwe ji dest dane û bi destpêkirina demsala biharê di sektora çandinî û avahîsaziyê de mirinên li ser kar zêde bûne. Tenê di meha Gulanê de herî kêm 145 karkeran li ser kar canê xwe ji dest dane.

Li gor amarên ISIGê di 5 mehên îsal de di sektora çêkirina avahî û rêyan de 118, sektora çandinî û daristanê 94, sektora veguhestinê 82, sektora cihê mayînê 80, sektora bazirganiyê 49 û di sektorên cûda de jî 307 karkeran canê xwe ji dest dane û ji wan 61 karker jin in.

Li gor amarên ISIGê di nav wan 5 mehan de %22ê canjidestdana karkeran di encama bûyerên trafîkê de çêbûne û %15ê karkeran jî di erhejan de canê xwe ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst