Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got, “Em zanin ku di dan û standinên bi Amerîkayê re de rêya li ber me ne hêsan e.”
Gereke din a guftûgoyan a li ser programa atomî ya Îranê ya di navbera şandeya Amerîkayê ya bi serokatiya Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff û şandeya Îranê ya bi serokatiya Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî de li Romaya paytexta Îtalyayê tê lidarxistin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî li tora civakî ya Xê nivîsî, “Aştiya berdewam ji guftûgoya rastgoya di navbera gelan de çêdibe, ne bi sepandina hêzê.”
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî got:
“Îro gera duyem a dan û standina nerasterast a Îran û Amerîkayê li bajarê dîrokî yê Romayê bi navbeynkariya Wezîrê Karên Derve yê Umanê Seyîd Bedr Bûseîdî tê meşandin.”
Îsmaîl Beqayî her wiha anî ziman:
“Komara Îslamî ya Îranê her tim bi niyetpakî û berpirsyarî pabendiya xwe ya bi dîplomasyê re wekî rêyeke şaristaniyê ji bo çareserkirina pirsgirêkan, bi liberçavgirtina berjewendiyên bilind ên gelê Îranê, nîşan daye.”
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê da zanîn:
“Di heman demê de em dizanin ku rêya li ber me ne hêsan e.
Em bi çavekî vekirî û bi piştbestina ezmûnên borî gavan diavêjin.”
Gera yekem a dan û standinên Îran û Amerîkayê 12ê Nîsanê li Mesqeta paytexta Umanê hat encamdan û her du aliyan wekî “erênî” bi nav kir.
Amerîka û Îran dê li Romaya paytexta Îtalyayê bicivin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 19, 2025
Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde qala hûrgiliyan dike pic.twitter.com/lYaFpISSBI
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse