Dusseldorf (Rûdaw) - Li Almanyayê diyasporayeke mezin a Kurdan heye û di hilbijartinên vê dawiyê de jî gelek Kurd bûne parlamenterên federal lê li gel vê jî dane tiştên ecêb nîşan didin.
Dezgeha Federal a Amarê ya Almanyayê eşkere kiriye ku kesên ku li Almanyayê dijîn û bi esl ne Alman in (yanî paşbingeha wan a koçberiyê heye), di warên wekî polîs, mamostetî, xizmetguzariyên darayî, berevanî û karmendên îdarî de herî kêm rol bi wan hatiye dayîn û cihê wan heye.
Di wan waran de rêjeya kesên ne Alman di baştirîn rewşê de ji sedî 17ê derbas nake.
Lê di warên din ên wekî karkeriya avahîsaziyê, hilberîna xwarinê û şofêriyê de rêjeya koçberan ji kesên Alman pir zêdetir e.
Ji sedî 67ê kesên ku karkerên avahîsazî ne li Almanyê paşbingeha koçberiyê heye, ji sedî 46 şofêrên otobus û tramê (yan wekî Alman dibêjin şitirasinban) koçber in, di kerta hilberîna xwarinê de jî ji sedî 51ê karkeran bi esl ne Alman in.
Ji bilî ku li Almanyayê û bi daneyên fermî xuya bûye ku cudahiya mezin di warê kar de di navbera bi esl Alman û ne Alman de heye, di mijara mûçeyê de jî cudahî heye.
Şertên kesekî Alman û kesekî koçber ne wekî hev in
Yanî tewra eger kesekî koçber postekî bilind jî hebe, hin caran ne şert e ku heman mûçeya kesekî Alman hebe ku posteke wek wî hebe.
Vê yekê kir ku Kurdek îro li bajarê Dusseldorfê projeyeke taybet ragihîne.
Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno li cihê ragihandina projeyê li Dusseldorfê bû û zanyariyên zêdetir eşkere kirin.
Zinar Şîno re got:
“Li Almanyayê dema ku behsa mûçe yan heqdestê kar tê kirin, naxwaze bi şêweyeke giştî biaxive.
Li gorî cudahiya ku di navbera jin û mêrna de heye, em dizanin û hîn dibin an jî em vê mijarê di siyasetê de dirêj dikin an jî bo raya giştî.
Li wî welatî jin û mêr bi hisabwergirtin tên diyarîkirin, yanî kî di kîjan beşê kar de ye. An jî kîjan kes rêveber in an jî berpirsiyariyên wan ên bilind di nav kompanyayan de heye, xasma behsa hejmara jinan tê kirin.
Tiştê ku hin guherîn bi ser de hatine, behsa kesayetiyan tê kirin an jî ji ber cudahiyên wekî girêdayîna cuda yan jî xelkê derve û baweriyên cuda.
Tiştê ku kesek di jin û mêr de dibîne teqez digihêje rewşeke nû, em dixwazin di nav xelkê giştî yan jî Almanyayê de vê mijarê diyar bikin.
Heqdest an jî mûçeya kesê ku biyanî ye yan jî paşxaneke biyanî heye, pêwîst e pir behsa wê bê kirin, tevî ku dîrokeke dirêj li wî welatî heye.
Bi taybetî piştî lihevhatina di navbera Almanya û Tirkiyeyê de di dehsaliya şêstan de ku beşeke mezin Kurd in, bi hebûna hemû welatên endam di nav her du bereyên Tirkiyeyê de, zû hest bi vê cudahiyê kirine, karê dirêjdem bêyî bêhnvedan û her wiha cudahî di mûçeyê de.
Kesekî çalak di nav xelkê Kurd ê Almanyayê de, Agît Pozdemîr e.
Agît karekî rêk û pêk û lêkolîneke berfireh li ser vê mijarê kiriye.
Agît Pozdemîr li gel cîhanê kar dike, wekî berpirsê rêxistina Mozayîk li Almanyayê.
Wî behsa wê yekê ji me re bike ku li Kolnê çi dîtiye û cudahî çi ne, cudahiyên di mûçe û jimaran de, yasa û çendîn elfên wî welatî çi tê gotin?
Berpirsê Rêxistina Mozaîkê yê Almanyayê Egît Pozdemîr got:
Gelekî spas ku we ez vexwendim. Destpêkê hêviya baş ji bo xelkê herêman dixwazim.
Em dibînin ku ev mijar xwedî wateyeke pir kûr e ji bo kesên ku mûçeyê werdigirin û şerê mafê xwe dikin.
Em dizanin ku kesên ku bi esl koçber in, ne di heman astê de ne li gel kesên ku Alman in.
Loma dema ku pirsgirêkek heye di dîtina apartmanekê de yan jî tu bixwazî mafên xwe bisepînî, ji ber ku tu dibînî cudakarî heye ji ber ku tu bi esl koçber î, paşê tu dizanî ku te heman mafê wî kesî nîne ku Alman e, nexasim di bidestxistina kar de.
Bi taybetî yên ku mûçeyê werdigirin, mûçeyên wan ne temam û ne wekhev in. Niha, ji piştî hefteyan ve, piştî şerekî zêde, niha em dibînin ku xelk ne di heman astê de ne.
“Koçber ji bo ku mafê xwe bistînin rêxistinekê ava dikin”
Loma kesên ku bi esl koçber in, dicivin û yekîtiyekê, rêxistinekê ava dikin ji bo ku mafê xwe bistînin.
Em dibînin îro valahî di navbera mûçeya xelkê Almanya yê resen û kesên esl koçber de nêzî ji sedî heftê ye, tenê ji ber ku ew bi kok koçber in.
Hikûmet dibêje ew dixwazin vê yekê rawestînin. Du yasayên me yên nû hene ji piştî 2006an ve ku yasaya mafên wekhev e û ji 2017an ve me yasaya şefafiyetê heye.
Ev her du yasa, hikûmetê hewl daye piştgiriya wan kesan bike ji bo ku heman mûçeyê bistînin lê li Almanyayê çend lihevhatinên me hene û danûstandin hatiye kirin ku divê polên mûçeyê bên rêkxistin.
Ti kes nehatiye ku bibêje, `kek Zinar, ti pereyên kêmtir ji Egîd werdigirî.`
Lê belê dibêjin hikûmeta Almanyayê ne gelekî baş e ji bo te, loma pêwîst e tu hinekî li vir bimînî û herî li dû cihekî din bigerî.
“Cudakarî û regezperestiyek heye”
Lê dema ku tu vê pirsê ji Almanên resen dikî, tu dibînî ku cudakarî û regezperestiyek heye, ji ber ku ev sîstem wiha dike ku di demeke kurt de pereyekî zêde bidin wan, dema ku tu kêmtir ji wan werdigirî.
Pereyê te diçe cem wan. Ev mafê te ye û divê tu şer bikî, ji bo wî mafî hewl bidî.
Hikûmet tiştekî zêde ji bo vê yekê nake, ji ber ku eger bikin dê ev hemû valahiya me çênebe ku ji sedî heftê ye, ku di navbera xelkên esl koçber ligel kesekî Almanê heye, ev cudahiya wan heye.
Çend tiştên din jî hene. Bi taybetî îro roja mûçeya wekhev e. Em îro bi bîr tînin ku mûçeya jin û mêran jî ne heman tişt e, ji ber ku îro ew roj e ku em bi bîr bînin ku jin kêmtir werdigirin ji mêran, tenê ji ber ku regeza wan mê ye.
Lê eger tu jin bî û koka te jî koçber be, ev valahiyê zêdetir dike ku ez dikarim bibêjim ji sedî bîst zêdetir dibe li gorî jineke Almana resen.
Bi rastî ev dibe hesteke nexweş ji bo jineke ku bi esl koçber be û jin jî be. Pêwîst e em şer bikin û divê em behsa vê yekê bikin.
Gelek doktor û bijîşkên me yên Kurd hene li Başûrê Kurdistanê. Dema ku tên vir, ew wan di komên biçûktir de datînin, ji wan re dibêjin, `Divê tu li vir hîn bibî, hînî zimên bibî û divê tu çanda me derbarê nexweşxaneyên me de hîn bibî.`
Lê dema ku em li lihevhatinan û girêbestên wan mêze dikin, em dibînin ku bi hezaran Euro ji xelkê Almanê resen werdigirin.
Li her cihê ev heye, ne tenê di yek kerta taybet de. Her dem kesên çermspî hebin biryarê li ser kesên ne çermspî bidin, em dibînin ku bi şêweyekî pir regezperestî desthilata xwe bi kar tînin.
Wekî nimûne, kesek navê wî Mihemed an Ehmed be yan jî bo nimûne Êzidî yan Misilman an jî çermreş be û li dû apartmanekê bigere li Almanyayê, nikarin apartmaneke baş bi dest bixin, ji ber ku dawetnameya wan a hevdîtinê nîne.
Heman tişt dikeve ser wê yekê ku dema dixwazin apartmanekê bidin te, pişta xwe bi mûçeya te ve girê didin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse