Cara ewil e robot mil bi mil bi mirovan re di maratonekê de dibezin

19-04-2025
RÛDAW
Maratona mirov û robotan / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Maratona mirov û robotan / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Maraton Çîn Robot
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Çînê mirov û robot cara yekem di maratonekê de bi hev re beşdar bûn û pêşbaziyê kir.

Nîv-maratona ewil a li cîhanê ya mirov û robotan, li Pekîna paytexta Çînê bi navê " Nîv-maratona Pekîn E-Bajar û Nîv-maratona Robotên Însanî"  hat lidarxistin.

Li ser rêya 21,1 kîlometreyî, li aliyekî hezaran werzîşvan beşdarî pêşbirka nîv-maratonê bûn, li aliyê din jî li ser rêyeke paralel ku ji ber sedemên ewlehiyê hatibû veqetandin, robotên wekî mirovan li kêleka werzîşvanan di nava xwe de pêşbirk kir.

Nêzîkî 20 tîman ku di nav wan de şirketên robotîkê, zanîngeh, saziyên lêkolînê, klubên robotan û kesên meraqdar hebûn, bi robotên xwe yên wekî mirovan beşdarî Nîv-Maratona Robotan bûn.

"Tiangong Ultra" pêşbirk qezenc kir

Nîv-maratona Robotan, robotekî wekî mirovan ê bi navê "Tiangong Ultra" qezenc kir ku ji aliyê Navenda Nûjeniyê ya Robotên Mirovî ya Pekînê hatibû çêkirin.

Tiangong Ultra maraton 2 saet, 40 deqe û 42 çirkeyan de qedand.

Werzîşvana bi navê Sebuang Yi Nuyê ji Rûdawê re got:

"Dema ku me dest bi bezê kir, me hemûyan bala xwe da robotan.

Me hema hema pêşbaziya xwe ji bîr kiribû. Lê dîtina robotan li ser rê pir taybet bû.

Ev, pêşbirka yekem a navneteweyî ye ku mirov û robot bi hev re pêşbaziyê dikin."

Temaşevanê maratatonê Zhang Zhu ku pêşbirk dişopand jî  got:

"Robot bi rastî pir şêrîn in û xwedî sêwiranên cuda ne. Hin ji wan piçûk in lê pir zîrek in, hin jî xwedî lingên dirêj in lê bi qasî yên piçûk bilez nînin.

Bi rastî pir balkêş bû, min berê qet robotek ku dibeze nedîtibû. Bandorek mezin li min kirin, min pir kêf kir."

Hinek robotên ketîn û rabûn

Hinek robotên însanî yên ku beşdarî pêşbirkê bûn, performansa ku dihat hêvîkirin nîşan nedan.

Hat dîtin ku robotek însanî ku li ser xeta destpêkê ket erdê  û demeke dirêj nekarî rabe û dest bi pêşbaziyê bike.

Ji aliyê din ve, roboteke din çend metre piştî destpêkê, rêya xwe winda kir û li bariyerê qelibî û bû sedem ku endamê tîma ku wê kontrol dikir jî bikeve.

Hat dîtin ku gelek robot, di nav de yên ku pêşbirk qedandin jî li ser rê hevsengiya xwe winda kir, sekinîn û ketin.

Tîmên endezyaran ku bi wesayîtên golfê ji pey wan diçûn, midaxeleyî wan robotan kirin ku rastî pirsgirêkan hatin.

Nûçe: Mehdî Ferec

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst