Dîzaynerê Akreyî cil û bergên Kurdî dibe nav markayên bi nav û deng ên cîhanê

19-04-2025
Zinar Şîno
Havî Akreyî\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Havî Akreyî\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Havî Akreyî Parîs Cil û Bergên Kurdî Fransa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dîzaynerê bi nav û deng ê Kurd Havî Akreyî ku li Parîsê dijî, yek ji wan ciwanan e ku di warê moda û dîzayna cil û bergan de bûye kesekî serkeftî li Ewropayê.

Di bernameya Diyaspora de bi hûrgilî behsa destpêka karkirina xwe ya di warê dîzaynê û bandora jiyana xwe li ser karên xwe kir.

Havî Akreyê dibêje dayika wî roleke pir mezin hebûye ku ew bibe dîzaynerekî serkeftî û dibêje: "Dayika min cil û bergên Kurdî çêdikir, perçe dikirî û çêdikir. Dema em biçûk bûn, li Swêdê bûn, dengê makîneya dirûnê dibihîst."

Akreyî destnîşan kir ku ev dengê makîneya dirûnê di destpêkê de ew aciz dikir lê paşê ji hunera wî re bû îlhamek.

Havî behsa wê yekê jî kir, piştî temamkirina xwendinê, malbatê ew teşwîq kir ku li pey çanda xwe here û di warê huner û dîzaynê de xwe pêş bixe.

Akreyî dibêje, "Hemûyan digot, tu ji cil û bergan hez dikî, ji resimê jî hez dikî, ji wênekêşan û hunerê jî. Cil û berg û huner dema dibin yek, dibin dîzayn."

Hilbijartina Parîsê wek navendekê ji bo dîzaynê

Havi Akreyî li ser hilbijartina Parîsê wekî cihekî xwendin û xebatê jî wiha got:

"Li Hamburgê min xwendina xwe temam kir û piştre ew kolej li Parîsê gelekî bi nav û deng bû di wê demê de û hîn jî bêhtir nav û deng daye."

Wî amaje bi wê yekê jî kir ku koleja wî li Londonê jî hebû lê koleja li Parîsê derfetên çêtir û pêşketina zêdetir jê re peyda kiriye.

Cil û bergên Kurdî, nasnameyekê ji bo dîzaynerê Kurd

Havî eşkere kir ku dayika wî her tim di karên wî de alîkar bûye, heta ku wê serdana Parîsê jî kiriye da ku alîkariya wî bike di temamkirina dîzaynên wî de.

Li gorî gotina Havî Akreyî dayika wî jê re gotiye di 50 saliyê de dê were Parîsê û pê re bijî.

Havî Akreyî hêvî xwest ku bikaribe bi rêya karên xwe xizmetê ji çanda Kurdî re bike û nasnameya Kurdistanî bi cîhanê bide naskirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst