Li Swêdê du xortên Kurd hatin kuştin

19-04-2025
Hêmin Ebdullah
Cihê bûyerê / Wêne: Ajans
Cihê bûyerê / Wêne: Ajans
Nîşan Swêd Xortên Kurd Kuştin
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) – Li Swêdê du xortên Kurd ên bêguneh bûn qurbaniya pevçûnên komên sûcdar û jiyana xwe ji dest da.

Êvara 14ê Nîsanê, yanî çar şev berê, di demjimêr 11:36 deqîqeyan de, xelkê navçeya Biskopsgardenê ya bajarê Goteborgê yê Swêdê dengê teqeyan dibihîsin.

Pênc-şeş gule tên teqandin. Cihê ku deng jê hat bihîstin parkeke otomobîlan e.

Xelk telefonî polîsan dikin. Di demjimêr 3:55 deqîqeyan de polîs eşkere dike ku di encama teqekirinê de du kes birîndar bûne. Yek ji wan nêzîkî 20 salî ye û yê din jî 25 salî ye.

Herwiha ziyaneke madî jî gihîştiye du otomobîlan.

Tîmên tenduristiyê her du veguhastin nexweşxaneyê lê birînên wan giran bûn û ji ber wê wan jiyana xwe ji dest da.

Paşê derdikeve holê ku kesekî din jî ku temenê wî nêzî 30 salî bûye, bi her du kuştiyan re bûye û birîndar nebûye. Ew reviyaye û rizgar bûye.

Li gorî lêkolînên Diyasporayê, ew du ciwanên ku jiyana xwe ji dest daye, her du jî Kurd in.

Yek Bakurî ye û yek jî Başûrî ye

Yê 25 salî xelkê Bakurê Kurdistanê ye û navê wî nehatiye zanîn. Yê 20 salî xelkê Başûr e û Diyaspora zaniye ku ji malbateke naskirî ya Silêmaniyê ye.

Navê wî Rêjîr Umêd e, ku li Swêdê wek Rêjîr Ebdulrehman tê naskirin.

Hê zû polîs û rojnameya navdar a Swêdî ya bi navê Aftonbladetê fehm dikin ku bûyer ne tiştekî temam e.

Ew kesên ku hatine kuştin, li ba polîsan ti qeydên wan a sûc tune ye û berê jî guman nebûye ku destê wan di nav grûpên sûcdar de heye.

Li wê herêma ku ew ciwan lê dijiyan, nêzîkî 20 sal in şerekî giran di navbera grûpên sûcdar de heye.

Her du xor bûne qurbaniyên teqeyeke şaş

Wan zêdetirî 15 kesan ji hev kuştine. Lê derketiye holê ku tu pêwendiya wan her du ciwanan bi wî şerî re tune ye. Lê bûne qurbaniyên teqeyeke şaş.

Niha polîs mijûlî lêkolînê ye. Heta niha kes nehatiye girtin, lê hemû kesên ku bûyer dîtine, her wiha malbat û kesûkarên qurbaniyan jî tên guftûgokirin, da ku wêneyeke zelaltir a bûyerê li ba polîsan hebe.

Ev ne cara yekem e ku li Swêdê ciwanên Kurd bi şaşî, hin jî ji ber beşdarbûna wan di bandên mafyayê de, tên kuştin.

Berê em çûbûn Swêdê. Me li wir li ser wê dosyeyê kar kir. Dosyayeke ew qasî aloz e ku polîs û dewleta Swêdê jî li hemberî wê bêdeng in û nizanin çawa wê ji kokê ve bibirin.

Hin ji wan Kurdên ku wê demê di Diyasporayê de axivîn, paşê di bûyerên din de hatin kuştin.

Yek ji wan navê wî Hacî Hêriş bû ku me li ofîsa wî ya li Stokholmê hevpeyvîn pê re kir û behsa wê yekê kir ku çawa kurê wî ji aliyê wan bandan ve hatiye kuştin.

Di mehên borî de Hacî Hêriş bi xwe jî hat kuştin.

Di van salên dawî de gelek dê û bavên Kurd li Swêdê hewl didin ku ji bo xatirê zarokên xwe û ji bo zindîhiştina wan bar bikin û biçin welatên wek Almanya yan jî cihên din.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst